Haris Bidlîsî
👫 کەسایەتییەکان
Jiyana wî
Haris di sala 1700an de (li gorî hin çavkaniyan 1738an hatiye dinê) li Bidlîsê hatiye dinê. Wî çîroka Yûsif û Zûleyhayê ku li ber wî ji hêla Selim Silêman hatibû nivisîn, bi paqijkirina ji peyvên erebî û farsî cardin nivisîye. Li gorî Auguste Jaba destnivîsa vê pirtûkê li Medreseyên kurdî dihatin xwendin. Li gorî hin kesan ew Sewadiyê ku Leyla û Mecnûn ji farisî wergera kurdî gorî bi Haris Bîtlîsî re eynî kes bû. Lêkolîner Zeynelabidîn Zinar jî vê agahiyê dipejirîne. Hin kes tarîxa wî yê zayînê wek 1758an didin, lêbelê ger ku wî Leyla û Mecnûn jî nivisiye, ev tarîx nemimkin e. Çimkî Leyla û Mecnûn jî di eynî salê de hatiye nivisîn. Harisî di sala 1775an de miriye. Gorî hin kesan navê wî Haris ne, Xaris bû ye.
Berhemên wî
Yûsif û Zûleyha
Destana Leyla û Mecnûn (1758-1759)
[1] ⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!