Çoman Herdî
Çoman Herdî (nivîsguhêriya ji alfabeya erebî: Choman Hardi an Choman Hardy) (1974- ) nivîskar, helbestvan, wênevan û wergêreka kurd e ku berhemên xwe bi her du zimanan, bi kurdî (soranî) û îngîlîzî dinivîse û bi pirsgirekê koçberên li ku li welatên Ewropayê de re mijûl dibe. Çoman Hardî keça helbestvan û siyasetmedarê kurd Ehmed Herdî ye.
Li Kurdistana Îraqê li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Herdî rêveberê Exiled Writers’ Inkê bû ew komeleya nivîskar ên ku welatên xwe revîne an jî hatine sirgûnkirin ê ye.
Pirtûkên wê
Return with no memory, Denmark, 1996. (Kurdî)
Light of the shadows (Şewqa sîhê), Sweden, 1998. (Kurdî)
Selected Poems, Iraqi Kurdistan, 2003. (Kurdî)
Life for Us (Ji bo me jîyan), Bloodaxe, 2004. (îngîlîzî)
Gendered Experiences of Genocide, Ashgate, 2011, (îngîlîzî)
[1] ⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!🗄 سەرچاوەکان
[1] 📡 ماڵپەڕ | 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû |
bernamegeh