=KTML_Bold=Kemal Badilli=KTML_End= siyasetmedar û zimannasek Kurd e ku di sala 1923yan de li bajarê Ruhayê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Ruhayê lîseyê jî li Stenbolê Qabataşê dixwîne paşê dîsa li Stenbolê Fakûlteya dadî ya zankoya Stenbolê diqedîne û dibe parêzer.
Di hilbijartinên sala 1961ê de ji partiya Tirkiyeya Nû (Yeni Türkiye Partisi) dibe parlementer û diçe Enqereyê, ji xeynî mebûsiyê li ser zimanê kurdî gelek serê xwe diêşîne û di sala 1965an de pirtûka xwe ya bi navê Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer – Kurmancî diweşîne her wiha helbestên wî jî hene û di sala 1975an de koçdawî dike.
Berhemên Wî
Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer – Kurmancî
Türkçe Açıklamalı Kürtçe Lügat
Kürtlerin Sosyolojik Durumlarıyla İlgili İlmi Bir Etüd
Şi’rê Kurdî[1]