Çemê Muradê an jî Robarê Muradê, yek ji robarên mezin li Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku gelek çemên wê hene, wekî Çemê Muradê jî tê binavkirin.
Ji parêzgeha Agirî, ji Çiyayê Êledaxê destpêdike û dirêjiya wê 614 km ye. Ji berfa çiyayan sûdê werdigire û hêza herkana wê digihîje heya 2.500 m³/s. Hin jî çemên ku digihîjin wê ev in: Çemê Heftreng, Çemê Lîzê, Çemê Şehîd, Çemê Badîşah, Çemê Goşkarbaba (Koçkarbaba) hwd in.[1]