Ayfer Düzdaş (bilêvkirina bi kurdî: Ayfer Dîûzdaş) (z. 1973 li Sêwasê), stranbêjeke kurd e.
Li gundê Aldîwazê ya bi ser Hafikê ya Sêwasê hatiye dinê. Malbata wê di komkujiya 1938'an de ji Dêrsimê reviyane Erzinganê û ji wir jî derbasî Sêwasê bûne. Heya neh saliya xwe li Sêwasê maye. Piştî wê malbata wê koçî Stenbolê kiriye.
Ayfer Düzdaş di sala 1996’an de li NÇM’ê dest bi perwerdehiya muzîkê û baxlemayê kir. Di sala 1998’an de li Lîseya Hunerên Bedew a Perayê de dest bi perwerdehiya şan û kemanê kir. Piştî perwerdehiya du salan di Koma Venge Sodirî ku bi zaravayê zazakî muzîkê dike û di Koma Asmîn a ji 11 jinan pêk hatibû de cih digire. Yekemîn albûma wê ya solo sala 2008'an derket.
$Dîskografî$
2000 − Şahiya Stranan 1, Kom Muzîk
2001 − Wayîr, bi koma Vengê Sodirî
2006 − Şahiya Stranan 2, Kom Muzîk
2006 − Annadolu Ninnileri (Lorîkên Anatoliyayê)
2008 – Leylan, Solo, Kom [1]