Aynur Doğan, an jî Aynur Doxan Hunermendek Kurd e. Aynur Doxan 1ê adarê sala1975 li navçeya Melkişî giradahî ya #Dersim#a Bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê .
$Jînenîgarî$
Aynur Dogan di sala 1992an de çû Stembolê û straneke bi hevkariya muzîkjenine îranî Kiyhan Kelhor û Ebdulla Alîcanî Ardeşir pêşkêş kir. Muzîk û strandine di dibistana muzîka ASM li Stembolê xwend.
Albûma xwe ya pêşîn di sala 2002an belav kir. Dû re di sala 2004an de albûma bi navê Keça Kurdan ji hêla Kalan Müzik ve belav kir û bi strana xwe ya Keça Kurdan navdar bû.
Ew stran li Dadgeha parêzgeha Amedê di sibata 2005ê qedexe bû, bi vê sedemê ku belke propaganda ji bo rêxistineke neqanûnî bû[çavkanî pêwîst e]. Qedexebûna stranê di paş 2005an de hat hilkişandin.
$Dîskografî$
2002: Seyir
2004: Keça Kurdan (Kalan Music)
2005: Nûpel (Kalan Music)
2010: Rewend (Sony Music (Nomad)
2013: Hevra (Sony Music Classical)
2016: Hawniyaz (Harmonia Mundi Latitudes)[1]