Pişka kurdî ya Radyoya Swêdê (Sveriges Radio) ye. Bi kurmancî û soranî rapor û nûçeyên derbarê Swêdê û revenda kurd li Swêdê pêşkêş dike.
Programa xwe ya pêşiyê di 6-ê kanûna-paşiyê sala 2001-ê de ji Stokholmê weşand. Navê beşa kurdî di destpêkê de Zayele bû, lê di sala 2015ê de ev nav ji ser xwe guherî û tenê ma Radyoya Swêdê.
Xebatkarên ku heta niha demên dirêj di pişka kurdî ya Radyoya Swêdê de kar kirine: #Nasser Sîna#, #Zana Schiroyi#, #Şîlan Diljen#, Lorîn Berzencî, Nazanîn Mahmoud, Niştiman Irandoust, Beşir Kavak, Şaho Mwany, Robin Şahin.[1]