Abdullah Keskin weşangerekî kurd e. Di sala 1967an li #Nisêbîn#ê ji dayik bû. Xwendina destpêkê li Nisêbînê çêkir. Di sala 1986an li Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendina beşa Turkolojiyê kir. Hîn wek xwendekarê zanîngehê de dest bi karê rojnamegerî û weşangeriyê kir. Destpêka 1992an ji bo rojnamegeriya kurdî li Stenbolê bi cî bû, di destpêkê de berpirsyarê giştî yê Welat bû. Di 1993yan de li Özgür Gündemê edîtoriya rûpelê kultur-huner û Medya kir. Di 1996an de tevî Rûken Bağdu û Songül Duraker weşanxaneya Avestayê ava kir.
Abdullah Keskin, xelata Navnetewî 2005 a Azadiya Weşanê a Jery Laber ku Yekîtiya Weşangerên Amerîka bi PENa Navnetewî re dide wergirt. Her wiha di Avestayê edîtoriya gelek pirtûkan kir.
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 4,078