Abdullah Keskin
Abdullah Keskin weşangerekî kurd e. Di sala 1967an li
NisêbînNisêbînê ji dayik bû. Xwendina destpêkê li Nisêbînê çêkir. Di sala 1986an li Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendina beşa Turkolojiyê kir. Hîn wek xwendekarê zanîngehê de dest bi karê rojnamegerî û weşangeriyê kir. Destpêka 1992an ji bo rojnamegeriya kurdî li Stenbolê bi cî bû, di destpêkê de berpirsyarê giştî yê Welat bû. Di 1993yan de li Özgür Gündemê edîtoriya rûpelê kultur-huner û Medya kir. Di 1996an de tevî Rûken Bağdu û Songül Duraker weşanxaneya Avestayê ava kir.
Abdullah Keskin, xelata Navnetewî 2005 a Azadiya Weşanê a Jery Laber ku Yekîtiya Weşangerên Amerîka bi PENa Navnetewî re dide wergirt. Her wiha di Avestayê edîtoriya gelek pirtûkan kir.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!