Çildar an jî Zûrzuna (bi tirkî: Çıldır) navçeyeke #Erdêxan#ê ye.
Çildar, di 25 Reşemî 1921'ê de ji destê Gurciyan hatiye stendin û ketiye bin dagirkeriya Dûgela Tirk. Dîroka herêmê heya bav û kalên Kurdan Hurriyan tê şopandin. Ûrartûyan, Bîzansiyan, Ereb-Îslaman, Gurciyan, mîrîtiyên Kurd, Safewiyan, Mongolan, Ûrisan û Osmaniyan li vir desthilatî kirine. Osmaniyan herêm bi tevî Qers, Batûm di 14 Tîrmeh 1878´an de (Peymana Berlîn a di navbera Osmanî û Ûrisan de) di şûna deynê şer de firotine Ûrisan. Heya sala 1878´î niştecihên herêmê Kurd, Fileh û Gurcî bûn. Piştî avabûna Komara Tirk û Komkujiya Filehan, Terekeme, Azerî hwd anîn herêmê. Pirraniya Gurciyan jî reviyan Gurcistanê. Niha pirr kêm be jî Gurcî hene li herêmê.
Gorî hejmartinên ku Dûgela Tirk di sala 2000´î de kirine hejmara niştecihan bi giştî 14869 e. Hejmara navenda Çildarê 2415 e. Firehî 1163km² ye. Gola Çildarê (Gola Gurciyan), 120km² mezin e. Gelê herêmê bi zaraveyê Kurmancî, Gurcî, Terekemeyî diaxivin. Dûgela Tirk polîtîkayek assîmîlasyonê ya dijwar li ser gelên herêmê dimeşîne. Navên gundên herêmê bi Kurdî, Gurcî, Filehkî ne. Di sala 1956´î de hemî navên cografîk kirine Tirkî. Pirsgirêkên Gurciyên herêmê jî wekî yên Kurdan pirr in.[1]