Rengîn FM radyoyeke kurdî ya herêmî ye.
Navenda Rengîn FMê li Qoserê ye û bi cêgayî li ser pela FMê li derûdora #Mêrdîn#ê weşanê dike, her weha bi rêya internetê jî li seranserê cihanê weşanên xwe belav dike. Ji xeynî reklam û bernameyeke bi navê Renklerin Dili ango Zimanê Rengan hemû bernameyên radyoyê seranser bi kurdî ne. Dirûşmeya radyoyê jî ev e: Rengîn FM: rengê we, dengê me.
Bernameyên wê
Reng û Deng, Çêker: Metin Yıldırım
Kaniya Strana, Çêker: Ruhan Aslan
Beybûna Rengîn, Çêker: Umîd Qoserî
Keyfxweş, Çêker: Ahmet Aslan
Siya Jîn, Çêker: Leyla Sürer
Tava heyvê, Çêker: Halil Tunç
Rengên Dengbêjan
Rengên Azad
Rengên Jînê
Deng û Rengên Dîrokî
Tenduristî
Pêkenok û Çîrok
Renklerin Dili, (Zimanê Rengan), bi zimanê tirkî ye
Ol û Civak