Radyo Newa, radyoyeke kurdî ye. Radyo Newa, radyoyeke nûçeyan e, ku bi kurdî û erebî, li ser du kenalên radyoya satelaytî, rojane 24 saetan weşanê dike; ku ji saet 6'ê sibê heta 12'ê şevê, serê nîv saetê carekê nûçe û guherînên Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî û yên cîhanê bi giştî belav dike.
Radyo Newa, ku li Iraqê ezmûna yekem a bi vî rengî ye, 1'ê rêbendana 2005'an de dest bi weşanê kir. Newa, li Iraqê destpêka projeyeke mezin a dezgeheke medyayê ya serbixwe ye, ku di di pêş de projeyeke mezintir, wekî kenaleke televîzyoneke fezayî û ya rojnameyekê daye ber xwe.
Bernameyên Radyo Newa
Bêsansûr
Bernameyeke rojane ye û bi awayekî giştî li ser pirseke diyarkirî girîngiyê dide nêrîn û ramanên welatiyan ku di bernameyê de tê azirandin.
Şirove
Ev bername heftê carekê tê pêşkêşkirin û zêdetir li ser şirovekirina daxuyaniyên komelayetî, siyasî û rewşenbîrî ye.
Germegerm
Ev bername pêdeçûn û şirovekirina wan bûyerên germ û giring ên siyasî û komelayetî ye, ku li Kurdistan û Iraq û herêmê têne rojevê. [1]