Kurd FM
📄 بڵاوکراوەکان (گۆڤار، رۆژنامە و ...)
Radyoya KurdFM, yekemîn Appa Kurdî ye û ji radyoyeka 24 saetî pêk tê. Radyoya KurdFM ê di roja 11-02- 2010 an da dest bi weşana xwe kir.
Mebesta Radyoya KurdFM ê; çanda Kurdî veguhezîne guhdarên xwe, bernameyên çand û hunerê yên berkeftî pêşkeş bike, bernameyên lêkolîn û vekolînê, belgenameyên giranbuha, hevpeyvîn û danasînên hêja amade bike û pêşkeş bike ye. Muzîk û çanda cîhanê jî bi muzîk û lêkolînên Radyoya KurdFM ê wê bê pêşkeşkirin.
Li her devera ku înternet heye, hemû guhdar dikarin Radyoya KurdFM ê guhdar bikin. Bi telefonên ku dikare têkeve înternetê jî Radyoya KurdFM dikare bê guhdarkirin.
Rêvebiriya Radyoya KurdFM ê Agirî Soran û Hawar Salih e.
KurdFM di meha tebaxê de li Almanyayê wekî markeyekî xwe tomar kir û hewil dide ku di navnetewîda jî xwe wekî markeyekî tomar bike. KurdFM bu APP a yekemîn ya Kurdî di nava App store da. Meha hezîrana 2010an da KurdFM APP a xwe da çêkirin û bi bernameya xwe ya radyo kete nav App Store. Bi vî rengî bu App a yekemîn ya Kurdî di nava Iphone, Ipod, Ipad ê da.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!🗄 سەرچاوەکان
[1] 📡 ماڵپەڕ | 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû |
wikipedia