Şaristana Bîcar yek ji şaristanên Parêzgeha Kurdistanê ye ku li rojhilatê vî parêzgehê binecih dibe.Navenndê vî şaristanî bajarê Bîcarê ye. Şaristana Bîcar bi herêmeke 7730 kîlometreyan mezintirîn şaristanê parêzgeha Kurdistanê ye.Şaristanê Bîcar ji bakûrê rojhilat ve bi Parêzgeha Zencan, ji bakûrê rojava ve bi Azerbaycana Rojava (parêzgeh), ji rojhilat bi Parêzgeha Hemedanê, ji rojava bi şaristana Dîwandere û Sîne, û ji başûr bi Qurwe cînar e.Bîcar herêmeke çiyayî ye,bi av û hewa ve sar û hişk e.Ekseriyetê xelkê şaristana Bîcar bi zimanê Kurdîya Gerrûsî diaxivin.Li vî menteqeyê du zaravayên Kurdî yên din jî Kirmanşanî û Goranî jî tê axiftin û herwisa li hindek herêmên bakûr zimanê Tirkî jî tê axiftin.Xelkê vî şaristanî bi dûçûna serjimariya giştî ya nifûsî ya sala 2006ê 93714 kes in.Dînê xelkê vî şaristanî Îslame.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 3,193 mal angesehen