Dêra Mor Gevergîs an jî Mar Gevergîs dêreke nestûriyên #Amed#ê ye.
Dema avakirina ev dêra nestûrî ya ku li ber kuçeya Kela Navîn hatiye lêkirin naye zanîn, lê tê zanîn ku mesîhiyên nestûrî wê ji sedsala 2'yan û pêde wek perestgeh bikartînin.
Herwiha, ev dêra ku ji kevirên bazalta reş (ku kevireke tarî yê volkanîk e) hatiye lêkirin, ji ber vê yekê wek 'Dêra Keşîşê Reş' jî tê nasîn. Di dema ertûqiyan de dêr wek hemam hatiye bikaranîn. Dêr di sala 2005'an de ji aliyê Şaredariya Mezin ya Amedê hate restorekirin û îro ji bo pêşangehan tê bikaranîn.[1]
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî - Kurdîy Serû)، انقر علی ايقونة
لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,247 مرة