Dêra Keldaniyan an Dêra Marpetyun an jî Dêra Senantiwan (Saint Antoine) dêreke li hundira #Sûra Amed#ê ye.
Dîroka avabûna vê dêra ku li kuçeya Yenîkapiyê ye, bi teqezî nayê zanîn, lê wisa tê texmînkirin ku di sedsala 17'an de hatiye çêkirin. Di roja îroyîn de ev dêr ji hêla kildaniyên katolîk ve tê bikaranîn. Wekî gelek avahiyên li Amedê, ev dêr jî bi kevirên bazaltê hatiyê lêkirin. Dîwarên dêrê yên li kevirên bazalt ku bi kemberên çarnefî hatine dabeşkirin, bi raxera durengî yê bi şeklê çorekî (baklava dilimi) re ahengê pêk tîne.[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,888 keer bekeken