Mehrdad Izady
Mehrdad R. Izady di sala 1962an de hatiye dinyayê Dîrokzan û Nivîskarekî hevçax ê Amerîkayî ye. Bavê wî Kurd e û diya wî ji Belçikayê ye. Ji ber ku bav û diya wî dîplomat bûn, ew piraniya serdemê ciwantiya xwe li welatên Êran, Iraq, Efxanistan û Korê derbas kir. Sala 1976 de, lîsansa xwe di warên dîrok, zanista ramiyarî û erdnîgariyê de li Zanîngeha Kansasê wergirt. Bawernameya doktoriya xwe ji pişka ziman û şaristaniyên Rojhilata Navîn ya Zanîngeha Columbia di sala 1992 bi dest xist. Ew Di Zanîngeha Harvardê de mamostetiya zimanên Rojhilata Navîn kiriye û ji sala 2001ê virde, li pişka dîroka Zanîngeha Pace ders dide. Ew her wisa li ser babetên girêdayî gelê Kurd li dû komîteya Kongra Amerîka de xebitiye.
Berhem:
The Kurds: A Concise Handbook (Kurd: Rêbernameyeke kurt), 1992. ISBN 0-8448-1727-9
The Sharafnâma, or, the History of the Kurdish Nation, 1597, By Sharaf al-Din Bitlisi, translated into English and annotated by M. Izady, Mazda Publishers, pp. 302, 2005. ISBN 1-56859-074-1
Guidebook to Iraq. pp. 243, US military, 2005–present, 19th edition.
Guidebook to Afghanistan. pp. 219, US military, 2005–present, 21st edition.
Guidebook to the Balkans. pp. 244, US military, 2007–present, 21st edition.
Atlas of the Islamic World and Vicinity, Columbia University, 2006–Present (an ongoing project)