ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 516,210
画像 105,187
書籍 19,086
関連ファイル 95,691
Video 1,279
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Nûr Elî Îlahî
グループ: 伝記 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nûr Elî Îlahî

Nûr Elî Îlahî
=KTML_Bold=Nûr Elî Îlahî an jî Ustad Îlahî=KTML_End= (z. 11'ê rezberê, 1895 - m. 19'ê kewçêrê, 1974) fîlozof û îcatkerê tembûra modern, hizirvanê ruhanî, hunermend û dadgerê kur ê ji rojhilatê Kurdistanê ye ku jiyana xwe li ser lêgerîna metafîzîkî ya hebûna mirovan bûrandiye.
Feylezofê kurd ê îranî Ustad Îlahi, di sala 1895'an de li gundê kurdan Ceyhûnabadê (wê demê gundek bû) ku nêzîkê Kirmaşanê ye ji dayîk bûye. Ew lawê kurdê derwêş ê bi navê Hacî Nemat e ku bavê wî ji bo bawermendên Yaresan weke ezîz tê qebûlkirin. Piraniya jiyana xwe, ligel malbata xwe li bajarên wek Kirmaşan û Sinê yên Rojihalatê Kurdistanê borandiye. Xususiyeteke Ustad Îlahî jî heye ku heta dawiya jiyana xwe, qet di konserek û civakêk de muzîka xwe pêşkêş nekiriye. Wî hertim, muzîka xwe di civakeke teng de ku ji nas û dostan pêkhatiye de pêşkêş kiriye.
Hunermend hê di zaroktiya xwe de hînî tembûrvaniyê dibe û li gor agahiyan, tembûrvanî şopeke malbatî ya malbata wî ye. Lê, Ustad Îlahî vê tembûrvaniya malbatî nûjen dike û bi teknîkeke nûjenî, deh teliyên her du destên xwe jî bikar tîne. Muzîka wî, bi melodiyên mîstîk e û helbestên wî jî, ji şopa kevnare tên.
Ustad Îlahî, di zaroktiya xwe de bi dîsîplîneke ruhanî perwede dibe û ligel perwerdeyiya klasîk dersên olî jî werdigre. Îlahî, di 24 saliya xwe de ji malbatê vediqete û diçe li Tehranê kolêja dadgeriyê dixwîne û di sala 1933'an de kolêja dadgeriyê xilas dike û wek dadger dest bi kar dike. Îlahî, ligel dadgeriyê wexta xwe ya herî mezin ji muzîk, felsefe û teolojiyê re vediqetîne. Îlahi, piştî ku teqawud dibe, di şaxên zanyariya olî û otantîk de du berhemên girîng derdixe.
Di nav berhemên Ustad Îlahî de şîroveya Quranê ku bi zimanê kurdî hatiye kirin û herwiha helbestên wî ku ji aliyê malbat û dostên wî ve hatine berhevkirin jî, hene. Herweha, berhemeke wî ya bi navê “Vedîtina Rastiyan” heye ku ji gotin, fikir û ramanên wî pêk tên, heye.
Ustad Îlahî di sala 1974'an de li bajarê Tehranê diçe ser dilovaniya xwe. Aramgeha wî li bajarê Heştgerda li nêzîkê Tehranê ye.
Hunera wî ku bi tembûrê îcat kiribû, ji aliyê Saziya Çand, Zanyarî û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve, weke mîrata çandî ya dinyayê hat qebûlkirin û girt binê parastinê.
Li Fransayê bi navê “Wexqfa Ustad Îlahî” weqfek jî heye ku di sala 2000'î de ji aliyê Behram Îlahî ve hatiye avakirin. Di sala 1995'an de bi egera sedsaliya ji dayikbûna Ustad Îlahî, ji aliyê UNESCO, Wezareta Çandî ya Fransayê û Zankoya Sorbonnê ve sempozyumeke mezin jî hatibû lidarxistin.
Herweha hunera Îlahî ya muzikê, ji aliyê UNESCO'yê ve bû xwediyê patenteke taybet û li ser hat nivîsandin ku “ev, nayê dizîn û nayê teqlîtkirin” Piştî vê sempozyuma li Fransayê, li gellek zankoyên Amerîka û Ewropayê jî¸ sedsaliya jidayikbûna Ustad Îlahî, hat pîrozkirin.
=KTML_Bold=Jiyana Dadgeriyê:=KTML_End=
Dema Ustad Îlahî dest bi xwendina beşa dadgeriyê bike li Îranê reforma nûjenkirina hîmên dadmendiya welêt pêk tê. Di vê demê de, Îlahî xwendina sê salan tenê di 6 mehan de diqedîne û di 1934'an de bi cudahiyeke serkeftî destûrnameya xwe werdigre.
Piştî vê re Îlahî 23 salan karê dadgeriyê didomîne. Bi awayekî serkeftî karê xwe li gelek deverên Îranê didomîne û mafê wekheviya jin û mêran gelek xebatan dike. Di sala 1957'an de teqawît dibe û li Tehranê bicih dibe.
Di dema karê xwe yê dadgeriyê de, ew herwiha bi fîlozofî û muzîkê re jî mijûl dibû.
=KTML_Bold=Fîlozofiya wî:=KTML_End=
Fîlozofiya Ustad Îlahî li ser lêgerîna bersivên, pirsên di derbarê çêbûn û hebûna mirovan, mebesta jiyanê û dawiya cihê rêwîtiya jiyana mirovan de ava bûye. Ramana wî girîngiyê dide hebûna mirovan a ruhanî û fîzîkî ya li derdora fikrên metafîzîkê. Wî bawer dikir ku ji bo dabînkirina xwe bi xwe divê baweriyên mirovan bi serpêhatiyên jiyanê werin piştrastkirin. Xebatên Îlahî yên devkî û nivîskî bi giştî li ser tecrûbeyên wî yên jiyanê dihatin avakirin.
=KTML_Bold=Nivîskariya wî:=KTML_End=
Ustad Îlahî di warê nivîsandinê de, piştî teqawîtbûna ji dadweriyê derkete pêşiya mirovan. Piştî sala 1957'an Îlahî du berhemên li ser zanista dînî û ruhaniya otantîk, herwiha şîroveyek jî li ser nivîsên bavê xwe, Hacî Nemat, nivîsandin. Hinek destnivîsên Îlahî hene ku weke Kashf al-Haqa'iq ango Vedîtina Rastiyan, ku nehatine çapkirin. Ev berhem li ser mijarên afirandina gerdûnê û hebûna mirovan e.
Berhema yekemîn a Ustad Îlahî di sala 1963'an de bi navê Eşkerekirina Rastiyê (Burhān al-Ḥaqq) hatiye çapkirin. Ev berhem li ser nêrînên mîstîk ên baweriya Yarsaniyê hatiye nivîsandin. Zimanê berhemê farsî ye, lê herwiha têde gelek hevokên kurdî û erebî jî hene.
Berhema wî ya duyem Şîroveya li ser Pirtûka Qralên Rastiyê (Ḥaqq al-ḥaqāyiq yā Shāhnāmah-ʾi ḥaqīqat) ye ku di sala 1966'an de hatiye çapkirin. Di vê berhemê de Îlahî li ser pirtûka bavê xwe şîroveyên xwe nivîsandine.
Berhema sêyem ya bi navê Zanîna Ruh (Maʻrifat al-rūḥ) bi mijareke fîlozofîk hatiye nivîsandin û di sala 1969'an de tê çapkirin.
=KTML_Bold=Jiyana muzîkê:=KTML_End=
Muzîk ji bo Ustad Îlahî dihate wateya gihandina windabûna di nav raman û diayan de. Wî qet di nav gel de konser nedan û berhemên xwe li studyoyên profesyonel tomar nekirin.
Muzîka Îlahî xwediyên rehên kevneşopî û gotinên pîroz bûn. Îlahî hostayê tenbûra kurdî bû. Ustad Îlahî di şeş saliya xwe de dest bi lêdana tenbûrê kir û di neh saliya xwe de bû hostayê wê. Wî bi zindîkirina rehê hunera dîrokî bêhtirî 100 berheman bi şêweyê xwe bestekirin.
Ji bibîranîna sedsaliya jidayîkbûna wî ve, neh CD'yên ji berhemên pêk tên hatine derxistin.
Îlahî repertûara berhemên xwe yên tembûrê gihandine kurê xwe yê herî biçûk ê bi navê Dr. Şahruh Îlahî[, wî jî hinek berhemên bavê xwe yên vîdeoyî tomar kiribûn.
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,973表示された回数
HashTag
ソース
リンクされたアイテム: 1
グループ: 伝記
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Kirmanshah
No specified T3 85: 東クルディスタン
Place of death: Taran
ネイション: クルド
人タイ: ライター
性別: 男性
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕێکخراوی کوردیپێدیا 02-05-2020上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( هاوڕێ باخەوان ) på 02-05-2020
最近の( هاوڕێ باخەوان )によって更新この商品: 02-05-2020
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,973表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.151 KB 02-05-2020 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 516,210
画像 105,187
書籍 19,086
関連ファイル 95,691
Video 1,279
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.531 秒(秒) !