Çanda Berxwedan kovareke xwerû bi kurdî bû, ku ji 50 rûpelên A4 pêk dihat û bi tenê li girtîgeha Trabzonê ji aliyê girtiyên PKK'yî ve dihate derxistin. Kovarê di sala 1997'an de dest bi weşana xwe kir. Hin nivîsên wê bi qasî ku karibin derxin derve di kovar û rojnameyên cur bi cur de hatine weşan. Ji ber ku zagonên dewleta Tirkiyeyê destûr nedida ku nivîsên bi kurdî ji girtîgehê derkevin, heta niha tu hejmarên wê yên ku derketine derve jî nîn e.
Îro gelek kesên ku bi kurdî dinivîsin û wekî nivîskar tên nasîn bi nivîskariya vê kovarê dest pê kirine.
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 2,685 keer bekeken