Nejmedînê Eyûb an Muhasibê Xelatî astronom û matematîkzanê kurd ê sedsala 13an e. Navê wî Nejmedînê Eyûb e lê bi leqeba Muhasibê Xelatî hatiye naskirin. Navê wî yê rastî Nejmedîn Eyûb Muhasibê kurê Eynel Dewle kurê Nesrellah e.
Bi xwe kurdê Xelatê ye, di derbarê jiyana wî de agahî zêde tuneye. Di dewleta kurd a Eyûbî de li cem Elmelîkûl Kamîl (m. 1238) xebitiye û muhasebetiyê kiriye. Li ser astronomiyê berhemên wî hene