Miseyib Gulşenzade di sala 1958 de li gundê Gola Morsê ser bi bajarê Makûyê hatime dinê. Min mala xwe bar kirîye hatime gundê Eşqabad li devera Ûrmîyê. Min ji zarokatîya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiriye. Dengbêj Miseyib jî weke gelek denbêjên herêmê, di nav kilamên dengbêjiyê de û taybetî li ber radiyoya Rewanê mezin bûye. Denbêj Miseyib anî zimîn ku gelek li dengê dengbêj Elîyê Kaşo guhdarî dikir û ev jê re bûye fersendeke mezin û got: Elî min re mamosta bû û ez bi saya serê Elî bûme dengbêj. Museyib ji xortaniya xwe va bi awayekî profesyonel li ser deng û dengbêjiyê dixebite. Wî da zanîn ku ez dê wê hunerê bidomînim û herkes jî bixweze ez dê fêrî wî bikim. Ez di xizmeta gelê xwe da me. Wî di dewama hevpeyvînê de anî zimîn ku armanca wî û hinek hevalên wî yên dengbêj ew e ku çanda dengbêjiyê ji nifşên nû ra bidin nasandin û hezkirinê. Miseyib wiha got:Wek dengbêjekî Kurd, ez dixwazim bala xortên kurd bikşînim ser dengbêjiyê. Em dibînin eleqeyek jî di nava gel da heye. Ez bawer dikim ku em hêdîhêdî vê çandê didin hezkirin û naskirinê.[1]
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî - Kurdîy Serû)، انقر علی ايقونة
لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 425 مرة