Sûsika Simo,yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû. Di sala 1946'î de derketiye ser dikê û kilam gotiye. Bi Kûlya Neftalyan re dixebitî û ne tenê li Ermenistanê, li seranser welatê Sovyetistanê digeriya. Kûlya Neftalyan Ermenî bû û bi Sosika Simo re zewicî bû. Stran u klam Ermenistanê di Radyoya Erîvanê de digot. Simo kilama xwe ya bi nave Lo lo Miho ve nava kurdên kafkasyayê de bu navdar. Sala 1945 de ew kilam got u wî dengê xwe ye zêrîn Simo bu dengbêjeka nemir nava gelê kurd de.
ji bo eşqa hunerê dev ji karê textorî berdide
Yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû.
Ji bo evîna xwe ii dijî civaka xwe radibe û bi kesatîyeke Ermenî re dizewîce.
Bi cil ,berg,û reqsa Kurdî navdar bû lewma jêra digotin Gula govendê
Tev mîrê bilurê Egîdê Cimo xebitîye,
Bi rêya Radyoya Yerîvanê dengê xwe dighîne Kurdan
Simo sosyalist bû, strana Lenin ê Mezin û Lenin rabû em rizgar bûn wisa raber dike.
Li dika navdar a hindikayiyan Dika Flarmonya pirr caran derdikete pêşberî hezkiriyên xwe. Simo herwekî riya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên Kurd ên Sovyetê de vedikir û hêz dida wan. Simo li sala 1977 an de mir, dema ku mir 52 salî bû.