图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 516,211
图片 105,187
书籍 19,086
相关文件 95,692
Video 1,279
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Aram Dîkran - Aram Tîkran
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch1
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Aram Dîkran - Aram Tîkran

Aram Dîkran - Aram Tîkran
Aramê Dîkran (wekî Aramê Tîgran jî tê naskirin; navê wî yê ermenî: Aram Melîkyan), hunermendekî ermenî ye ku bi kurdî û ermenî distre. Di sala 1934an de li bajarê Qamişlokê (Binxetê) hatiye dinê. Aramê Dîkran di roja 8ê tebaxa 2009an de li Atînayê (Yewnanistan) çû ser dilovaniya xwe.
Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: Tenê deng û huner dimînin û nemirin. Ji mêj de ye ku nermiya dengê tijî his û xweşê mamostea Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tijî êşiq û evînê wî nebihîstibe, tine ye. Kurmanc, Soran, Zaza, Loran, Goran û hemû Kurd wî û evîna wî ya ji bo kilamên cimaeta Kurdan nas diken. Sedem jî ew e ku hakimiyeta deng û stranên wî li ser dil û mejiyê mirovan bandorek taybetî çêdikin. Yek ji dengên ku hertim para kurdî ya #Radyoya Êrîvanê# di nava Kurdên her çar perçên Kurdistanê de dide guhdar kirin, dengê zelal ê Aramê Dîkran e. Dengê ku ji kûrahiya dil derdiket û evîn û heza bêdawî ji bo rûmeta bilind û jiyana bi şan û şeref diafirand.
Deng û awazên hunermendên mîna Dawudê Xelo, Sosika Simo, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço, M. Arifê Cizîrî, Şeroyê Biro, Eyşe Şan, Hesenê Cizîrî, Aslîka Qadir, Nesrîn Şêrwan, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Meryem Xan, Belga Qadir, Zadîna şakir, Aramê Dîkran û hwd... her roj ji roja berê zêdetir guhdarên Radyoya Êrîvanê zêdetir dikirin.
Lê di vê navê de pirsa herî girîng ji bo Kurdan ev bû ku Aram Dîkranê Ermenî çawa wiha ji dil û bi şewatek tijî soz dikare stranên kurdî bixwîne?! Çawa dikare wiha li ser bedewiya deşt, zozan, dol û newal, mêrxas û egîdên Kurdan bistire? Aram kî ye ku nekitiye bin bandora siyaseta wan xwînmijên ku hertim dihola neyartiya kurdî û Ermeniyan lêdixistin û neteweya kurdî bi wê hîndê tawanbar dikirin ku di ferman û qira Ermeniyan de li rex Osmaniyên xwinxwar, cih girtine!? Û gelek pirsên din. Lê emeknasî û famkirina siyaseta çewta dagirkerên Kurdistanê ji mêj de bû ku di malbata Aramê mirovhez de hatibû famkirin. Aram Dîkran bixwe di vê derbarê de wiha dibêje:
“ Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din di çaxê tevkujiya Ermeniyan de bi riya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hat rizgar kirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurdî bizanibe, Kurdan ji bîra neke. Emekê wan li ser min pir e, zehmetî û xiwêdana wan li ser min pir e. Ewan min xwedî kirine û ger hûn çar bira û du xwîşik vê gavê li ser rûyê dinê dijîn bi xêra Kurdan e ku hûn dijîn. Heke dijimin min bikuşta, hûn jî nedihatin rûyê dinyayê. Ew axayê kurdî ku çend salan bi nihênî ez di mala xwe de xwedî kirim û pişt re ez şandim Binxetê (Başûrê Kurdistanê yê biçûk), jiyana me rizgar kir û bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn. Ji bona wê jî divê hûn vê emeka wan qet ji bîra neken. Bi stranên xwe zimanê kurdî biqedirîne û van helbestên ku ez didime te bike stranên xweş. Tu bixwe jî bibe dostek baş ji Kurdan re û emeka wan ticarî ji bîra neke... ”
Bi vî awayî Aram, li herderê bi birayên xwe yên kurd re jî û şîreta bavê xwe yê emeknas heya roja îro jî ji bîra nekiriye. Heya roja îro jî li ser vê riya dûr û dirêj Aramê hêja dimeşe. Sala 1966´an gelek Ermeniyên ku li welatê Sûriyê dijîn, vegerîn welatê bav û kalên xwe Ermenistanê. Li wir bû ku Aram bi hevkariya Xelîl Muradov ku berpirsyarên para kurdî ya radyoyê bûn, bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê stranbêjiyê kir. Carek din jê re hat îsbat kirin ku kurdî li her derê mêranî û mêvanperweriya xwe wenda naken. Li wir bû ku Aramê evîndarê stirîn û awazên kurdî bi hevkariya Cemîla Celîl û Keremê Seyad bêtir ket nava deryaya stranên kurdî û bi melevantiya di nava vê deryaya bêbin de bû hosta û şehrezayekî pispor. Elbete Aram rihê kurdîtiyê û hezkirina zimanê kurdî ji bav û diya xwe girtine ku hertim di nava malê de bi hevre bi zimanê kurdî diaxivîn û behsa bextereşiyên kurdî û Ermeniyan dikirin.
Rêbaza (istîla) hunerî û naveroka stranên Aram Dîkran bêtir vê rastiyê bi me didin selmandin ku ew bi şiyarî xebitiye û ji hunera resen hezkiriye. Awaz û helbestên wî ji nava dilê civata Kurdan derketine. Kiye ku strana Bilbilo nebihîse û Kurdistana bindest û bextreşiyên gelê Kurdî li ber çavên wî zindî nebin?! Kîjan evîndar e ku strana Keçê ji bona te ez dîn im bibhîse û hêsrên evîndariya bi şewat nebarîne?!
Stranên Hey lo lo delal, Şev çû, Çiyayê Gabarê, Zîlan, Diçim-diçim, Bi hesreta Êrîvanê, Çil-çil kezî, Ey welato em heliyan, Elmasa min ji dersê tê, Ax dê û bavê me û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin.
Bi serhev de mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ne. Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî kultura Kurdan, heza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, selmandina biratiya Kurdî û Ermeniyan, evîna ji bo Gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfîdayiya egîd û lehengên Kurdistanê ku bi netirsî canê xwe fîda kirin, wefadarî û emeknasî û... tev kevir û binaxê stranên Aram Dîkran pêktînin.
Bi salaye ku ew wek dergevanekî xwendingeha hunera Kurdistanê bi dengê xwe yê germ û nerm dewlemendiya lorîk, stran û zimanê şirînê Kurdî bi bîra herkesî tîne. Aram bûye nîşana demokrasiya di navbera gelên Rojhilata Navîn de. Wî di piratîka xwe de daye xuyakirin ku hemû gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hevre û di nava aştî û biratiyê de bijîn.
Dema ku ji sala 1915'an û pêde genosîda li dijî gelê Ermenî (cîranên Kurdan yên dîrokî) bi destûra nifşparêzên Împeratoriya Osmanî destpêkir, Kurdan gelek ji wan di nava dilê xwe de veşartin. Kurdan nedikarîn bibînin ku neviyên Mongolan li ber çavên wan birayên wan bikujin.
Herkes nikare muzîkê bi guhdarên xwe bide hezkirin. Ger hunermend bi deng û awazên xwe di vî karî de biser nekeve, nikare muzîka xwe mîna xwarina riha mirovan, pêşkêşî gel bike. Di vî karî de Aram mamostayekî jîr e û dizane çawa hest û hisên gel bilivîne. Ji bona wê jî mamoste Aramê Dîkran di derbarê huner û hunermendiyê de wiha dibêje:
“ Gava em dibêjin huner, du wate ji hunerê tên ber çav: Ya yekê hunerê jê dertê me'irîfet û ya duduyan hunera sazbendî û kilambêjiyê. Di nava van çend salan de hunerê rih daye min, nehişt ku ez zû êxtiyar bibim û min hertim xwe di nava gel de dît... ”
Aram hunermendekî bextewere. Ji ber ku wî di nava civakê de dilxweşî pêk aniye û mirovên hunerdost bi can û dil ji wî razîne. Hunera wî bi hezek bêdawî di nava gel de hatiye pejirandin.
Kilamên Aram yên evîndariyê rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê Kurdî didin nasandin. Mamosteyê me Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmeteke bilind e.
Aram kurê Dîkran Melîkyan di sala 1934'an de li Qamîşlokê di nava malbateke hejar de hat dinê. Karê xwe yê hunerî bi evînek tijî his û xweşî ji temenê 18 saliyê di nava dewat û şahiyên Kurd û Ermenyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir ew teşwîq kir ku riya hunerê bidomîne. Sala 1966'an bi malbata xwe re hatin Ermenistanê û heya sala 1985'an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fêrmî xebitî.
Di sala 1990'an de wek penaber hat Ewropayê. Di roja 8ê tebaxa 2009'an de li Atînayê (serbajarê Yewnanistanê) miriye.
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览4,258
HashTag
来源
相关文件: 1
挂钩项目: 11
小组: 传记
Date of Birth: 15-01-1934
Date of Death: 08-08-2009 (75 年份的)
Country of death: Greece
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Qameeshly
No specified T3 85: 西部库尔德斯坦
人键: 音乐家
人键: 歌手
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕێکخراوی کوردیپێدیا 16-04-2020
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on16-04-2020
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):11-08-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览4,258
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.114 KB 16-04-2020 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 516,211
图片 105,187
书籍 19,086
相关文件 95,692
Video 1,279
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!