Karapêtê Xaço (bi ermenî: Կարապետ Խաչո), dengbêjê kurdî yê ku bi eslê xwe ermenî bû, ji gundê Kolhoza Êrîvanê bû û wî di 103 saliya xwe de sala 2005an jiyana xwe ji dest da. Xaço di dûmahika 90 salên jiyana xwe de bi kurdî stran çêkirin û gotin. Xaço ku 15 salan di artêşa Fransayê de leşkerî kir, 55 salan di #Radyoya Êrîvanê# de xebitî. Xaçoyê ku di tevahiya jiyana xwe de rastî gelek ta'dehiyan hat, bi dehan dengbêj gihandin.
Karapêtê Xaço bavê 5 zarokan bû û 15 neviyên wî jî hebûn.