Pelîn kovareke edebî ye ku li Stenbolê ji aliyê weşanxaneya Dozê ve dihat çapkirin û li hemû bajarên kurdan û Ewropayê dihat belavkirin.
Kovara ku bi edîtoriya Îbrahîm Seydo Aydogan ve derdiket û ji çar perçeyên Kurdistanê û ji Ewropayê gellek nivîskar bi ser hev de anîn, bi tenê pênc hejmar dan çapkirin û berî çapa hejmara şeşan ji ber nebûna derfetên aborî weşana xwe da sekinandin. Xwedî û berpirsiyarê wê yê fermî Ahmet Zekî Okçuoglu bû. Di her hejmara kovarê de, weke prensîb, hevpeyvînek bi nivîskar, lêkolîner an jî hunermendekî kurd re û rexneyeke edebî li ser berhemek kurdî hebû. Kovarê herweha cih da gellek nivîskarên ciwan jî û cih da nivîskarên berê jî. Yak ji wan kovaran bû ku xwast dîwarên polîtîk ji nava nivîskarên kurd rake. Ji ber wê, di nava nivîsikarên wê de kesên ji fraksiyonên cuda jî hebûn. Hin beşên wergera romana Orhan Pamûk ya bi navê Navê Min Sor e û beşê romana Mehmed Uzun a bi navê Hawara Dîcleyê yê yekem cara peşîn di vê kovarê de çap bûn. Kovarê cih da wergerên helbest û çîrokan jî (ji tirkî û ji frensî), lê betir nivîsên pexşanî yên weke çîrok, nirxandin û ceribandin bi pêş ve derdixist. Herweha, di her hejmara wê de, beşekî danasîna berhemên kurdî yên nûçapbûyî jî hebû. Zimanekî kovarê yê têkûz hebû û di hilbijartina nivîsan de xwedî pîvan bû. Kovar bi bergeke rengîn û çapeke bi qalîte derdiket pêşberî xwendevanên xwe. Di kovarê de hin nivîsên Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan yên li ser ziman û edebiyatê ji Hawarê wergirtin û ji nû ve dan çapkirin.
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,043 times