Rojîn Zarg di sala 1973'an de li Licê gundê Fîsê hatiye dine, nivîskar û berhevkarê çîrok û edebiyata devkî ya kurdî ye.
Zarg û nivîskar Hîlmî Akyol bi hev re çend pirtûkên folklorîk amade kirine û di sala 2004'an de du ji wan derxistine: Cîrokên gelêrî û Pêkenokên kurdî . Di sala 2011'an de bi navê Fîdo serpêhatiyeke amade kiriye û li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya APEC'ê ve hatiye çapkirin. Di sala 2014an de pirtûka wê ya bi navê Şewata Licê 1993 çapa yekem li #Amed#ê û ya duyem jî li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya APECê ve hatiye çapkirin. Di heman salê de li #Duhok#ê seteka çîrokên wê yên gelêrî hatine çapkirin. Di sala 2018an de de pirtûka wê bi navê Emrê Dirêj Bextê Reş çapa yekem li Stockholmê û çapa duyem jî li Amedê hatiye çapkirin. Di heman salê de wê û Amed Tîgrîs bi navê Êzdîxan û 97 Ferman û Qewl û Duayên êzdiyan du pirtûk amade kirine û herdu pirtûk li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya Apcê ve hatine çapkirin
Rojîn Zarg demekê di #Enstîtuya Kurdî ya Amedê# de kar kiriye. Di serdema HADEP'ê de di nav partiyê de kar kiriye. Di navbera salen 1998-2000'ê di birêvebiriya HADEP'ê ya Îzmirê xebitiye. Di sala 1994'an de berpirs û xwediyê #kovara W# bûye. Di navbera salen 2006-2008'an de di rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a beşê Amedê de kar kiriye. Niha ew li Şaredariya Mezin a Amedê kar dike û di heman demê de li beşê Aboriyê yê zaningeha Dicleyê dixwîne
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 2,718 ganger