=KTML_Bold=Lal Laleş=KTML_End= nivîskarekî kurd e. Laleş di sala 1975’an de, li Qosera Mêrdînê çêbû. Li #Amed#ê, Zanîngeha Dîcleyê, fakulteya perwerdehiyê, beşa dîrokê qedand. Di navbera salên 1993-2006’an de, li şanoyên bi navên “Tiyatro Anadolu”, “İmgesel Düşler Tiyatrosu” û “Teatre Orient” wekî dramaturg, rejîsor û gerînendeyê giştî yê hunerê xebitî. Niha li Weşanên Lîsê wekî gerînendeyê weşanê xebatên xwe didomîne.
=KTML_Bold=Berhem:=KTML_End=
Berbejna Rê, helbest (Weşanên Belkî, 2003)
Deqên Qesas, helbest (Helbest, Weşanên Lîs, Avrêl 2009)
Matmayinên Ronyayê, helbest (Weşanên Lîs, 2012)
=KTML_Bold=Werger:=KTML_End=
Barûdî, Küçük İskender (Helbestên bijarte, Pirtûkxaneya Piya, Nîsan 2003)
Gul e Rojhilata Rûyê Te / Yüzünün Dogusu Gül, Ahmet Telli (Helbest, Weşanên Lîs, Nîsan 2005)
Bêbaran / Yağmursuz, A.Hicri İzgören (Li gel Yaqob Tilermenî – Helbest, Weşanên Lîs, Cotmeh 2005)
Sema Kaygusuz, Efsirî/Üşüyen (Çîrok, Weşanên Lîs, Tebax 2007)
Balgîfa Mar / Yılan Yastığı, Murathan Mungan (Helbest, li gel Îrfan Amîda, Weşanên Lîs, 2007)
Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin (Helbest, li gel Kawa Nemir)