Navenda Çanda Mezopotamya (bi kurtahî: NÇM) di sala 1991’an de li bajarê Stenbolê, di bin rêvebiriya çend rewşenbîrên Kurd de hate sazkirin. Armanca sazbûna NÇM’ê ew bû ku huner û çanda Kurd, bi pîvana hûner derxîne holê û bi gelê dinyayê re par bike. Bi vê felsefeyê, di serbana NÇM’ê de komên hûnerê hatin û tên avakirin.
Di sala 1993an de şaxa Amedê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê vebû. Navenda Çanda Mezopotamya di çerçoveya Rewşa Awarte di 12'ê sermawezê a 2016an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin.