Hesenê Qizilcî, ankû Hesenî Qiziłcî (1914-1985), siyasetmedar û nivîskarekî kurd bû ku di sala 1914an de li gundekî di navbera
BokanBokan û
MehabadMehabadê de hatiye dinyayê.
Hesenê Qizilcî di nav malbatek zana de mezin bû. Li ber destê mamê xwe hînî farisî û erebî bû, lê meletî nekir. Piştî avakirina PDKê bû endamê partiyê. Di dema avakirina Komara Mehabadê (1946) Qizilcî sernivîskariya kovara Helale kir û di kovara Kurdistanê de nivîsî. Piştî hilweşandina komarê, derbasî Kurdistana Iraqê bû, paşê derket derveyî Kurdistanê.
Bi ketina rejîma Şah re, di 1979an de vegeriya Îranê. Ew endamê Tudeh û berpirsiyarê rojnameya Namêyê Mardom bû. Di sibata 1984an de hat girtin. Li gorî nivîskar Firat Cewerî, ji roja girtina wî û vir de kesî tu xeber jê nestand, kes nizane çi pê hat.
Berhemên wî:
(1985) Pêkenînî geda. Bexda