Nivîskar #Abdusamet Yigit#
Şêwe Felsefe
Ziman Kurdî
Dîrok 2017
Weşanxane Soran
Rûpel 150
Li ser felsefeya dîrokê, navê pirtûka nivîskarê kurdî Abdusamet Yigit a. Pirtûk wê, weke pirtûkek felsefî û teorîkî a li ser têgihiştin û zanîna dîrokê bê. Di pirtûkê de wê, nêzîkatîya li dirokê, raman û felsefeyên di derbarê dîrokê re wê werina analîz kirin. Mirov çawa dikarê dîrokê hilde li dest, şêwa û rengên nivîsandina dîrokê çi na û çawa na wê, li ser wê bisekinê. Di pirtûkê de wê, fahmkirina dîrokê û weke felsefeyekê hildana li dest wê, bê hildan li dest.
Di roja me de mirov, çawa dikarê dîrokê hilde li dest? Ji çi re mirov, dikarê bêjê dîrok? Wê li ser wê bisekinê. Fahmkirina dîrokê wê, bi têgîhiştina wê re wê li ser wê bê sekin in. Di beşa dawî a pirtûkê de wê, li ser encamên rast nivîsandin û ango rast ne nivîsandina dîrokê wê bê sekin in.
Di destpêka pirtûkê de wê, di derbarê felsefeya dîrokê de wê, ev wê bê hanîn li ser ziman. Li vir, divê ku mirov vê yekê jî wê werênê li ser ziman ku wê zanîna dîrokê wê bi demê re wê li ser serborîyên jîyanî û xwezayî re wê xwe bi afirênê. Serborîyên jîyanî ên weke bi zindîyan û hwd re wê mejûya wan ya bi temenî wê werênê li ser ziman û wê ev wê, dîroka wan ya ku wan derbaskirîya bê. Lê ya xwezayê jî wê, mirov dikarê wê bi dîroka xwezayê re wê werênê li ser ziman. Di mantiqê wê de wê, her tişta ku ew heya wê, xwediyê temenekê û ankû pêvajoyek jîyanî bê. Ev jî wê mejû û dîroka wê bê. Mejû wê di nava têgîna dîrokê de wê, ew weke têgîna ji destpêkê û heta dawîya hebûnê a bi serborîya wê re wê, werênê li ser ziman. Di vê çerçoveyê de wê mejû wê, di derbarê jîyankirina tiştê de wê xwediyê wate û heyînê bê. Di derbarê zindîyan de wê xwediyê heman wate û heyînê bê. Wê wan wê werênê li ser ziman. Hişmendîya bi zanîna dîrokê re wê, di nava jîyanê de wê di derbarê pêşveçûnên jîyanî ên civakî û xwezayî de wê, temenê aqile me yê ku ew pêşdikeve bê. Her wusa mirov dikarê vê yekê jî wê werênê li ser ziman ku wê têgîna aqilê me wê, weke rewşek me di derbarê mejûya tiştê de wê bigihênê zanîna dîrokê. Ji rûpelê 78an ê pirtûkê hatiya girtin>