=KTML_Bold=Hekar Findî=KTML_End= Rojnamevan û nivîskarekî Kurd e ku di sala 1982an de li #Duhok#ê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya despekî, navincî, amadeyi li Dihokê bi dawî anîye. Bekaloriyos bi yasayê heye, Master bi yasa û ragehandinê li welatê Hindistanê wergiritye.
Peyamnêr û nivîserê Kovara Dicle bu ye ya ku bi pîtên latînî li Herêma Kurdistanê tê weşandin. Her wsia Peyamnêre Kovara KARWAN (Hewlêr) e li Duhok ya ku ji aliyê Wezareta Roşinbîrî ya Hukmeta Herêma Kurdistanê tê weşandin. Her wisa Peyamnêrê Kovara ASOYÎ FULIKLOR (Hewlêr) bû ya ku ji aliyê Wezareta Roşinbîrî ya Hukmeta Herêma Kurdistanê dihat weşandin. Demê xwendkar li zanîngehê Sernivîserê kovara (Yasa) bu ye , ku kovarek yasayî, rewşenbîrî , giştî ye li kolîja yasa û ramyarî - zanîngeha Duhok derdikeve. [1]
Di biyavê rojnamegeriya eliktironî de ji, Peyamnêrê Rojnama (Elaph) a Eliktironi ye li Kurdistanê / Duhok. Di şerê azadkirna Iraqê de , Peyamnêrê Malpera (Iraq4all) bu. her wisa wek peyamner û nûner di malperên Amudê, Avesta û çcendîn malperên din yen kurdî karkirîye.
Di biyavê nexşekêşan û dîzayinê de jî Rêveberê Hunerî ye li rojnama El-Ehalî (Duhok) ya ku bi zimanê erebi tê weşandin. Her wisa Nexşekêşê kovara Dicle bû.
Berhemê xwe di van kovar û rojnama de weşandîye (Dicle , Nivîs, Heng , Karwan , Asoyî Fuliklor , Sînema û Şano , Zagros , Herêm , Huner , El-Ehalî , Peymana Edeb û Huner , Edeb û Huner - Evro - , Cavdêr ) .
Her wesa Nivîs û nuce û berhemê wî di van malperan de hatîne weshandin ( Pena Kurdi , Avesta , Amude , Mehname , Urmiye , Iraq4all , pdk-xoybun , Rizgarî Online , evarbash, Rojname , kdp.info , Peyamner , … û gelekin din).
=KTML_Bold=Endametî:=KTML_End=
Endamê PENa Kurd ye.
Endamê Yekêtiya Rojnamevanên cîhanî ye.
Endamê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê ye.
Endamê Sendîka parêzerên Kurdistanê ye.
Endamê Yekêtiya Mafperwerên Kurdistanê ye.
=KTML_Bold=Berhemên çapkirî:=KTML_End=
Federalî... Têgeh û Bicîkirin (Fidralîye.. Mefhumen we tetbîqen / Bi Zimanê Erebî ye)2009
Yasayên girêdayi Rojnamevaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê (Bi Zimanê Kurdî û Erebî ye)[www.findi.info/pirtuk.html] 2010
Yasayên Rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê (Bi Zimanê Kurdî û Erebî ye)[www.findi.info/pirtuk.html] 2011
Rêberê Çaksaziya Mezina li Duhokê (Delîl Islahiyet EL-Kîbar Fî Duhok / Bi Zimanê Erebî ye) 2011
Rêberê Dezgehên Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê ( Bi Zimanê Kurdî ye) 2012
Têgehekê Yasayi bo Rojnamevaniyê ( Bi Zimanê Kurdî ye) 2012.
Rêberê Dezgehên Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê / Çapa diwê ( Bi Zimanê Kurdî ye) 2013
Ronahî - êkem Hijmara Kovara Ronahî 1960 ( Bi Zimanê Kurdî ye) 2013
Rêberê Dezgehên Ragehandinê li Parêzgeha Duhokê (Delîl Elmuesast El-I'lamîye fî Mihafezet Duhok - 2013 ( Bi Zimanê Erebî ye) 2013 [1]