Gulan Avci (* 20’ê gelawêjê 1977, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedareke swêdî ye ku bi eslê xwe kurda ji parêzgeha Wanê ye.
Giraniya siyaseta xwe daye ser bi fermî nasandina nîjadkujiya ermeniyan.
Di nava Partiya Lîberal de polîtîkayê dike. Di nava salên 1998-2000’î de serokatiya komeleyeke ciwanên kurd kiriye. Bi bahaneya ku nîjadkujiya ermeniyan kir para kurdan, gelek rexne lê hatin kirin. Wê bi fermî gelek caran di axavtin û daxuyaniyên xwe de rola kurdan a di nîjadkujiya ermeniyan de, aniye ziman.