Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Felsefe û dad
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2016
Weşanxane: Soran
Rûpel: 190
Dad, daraz û haqanîyet [Dad, daraz û heqaniyet] , pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit a. Pirtûk, di destpêka sale 2016´an de derdikeve. Pirtûk, weke pirtûkeka ku li ser felsefeya dadê hatîya nivîsandîn a. Di pirtûkê de gelek beşên di dewama hevdû de hatîya nivîsandin hena. Beşa dawî jî beşa dad kurdistanê ya. Rastîya dadê bi aliyên wê yên civakî, felsefîkî û desthilatdarî re hatîya hildan li dest. Pirtûk, weke têgînên dadî dadê bi du beşan tînê ser ziman. Pêşî dada xweza û piştre dad pozitiv. Wateya van gotin çî ya û divê ku mirov çawa hilde li dest, li ser wan disekinê. Wateya dadê bo civakan û her wisa bo desthilatdaran çî ya, li ser wan cuda bi cuda disekinê. Çawa dad têne çêkirin û pêşxistin, wateya destûran û zagonan çî ya, cuda bi cuda li ser wan disekinê. Her wisa pirtûk, bi şêwayekî bi felsefîkî hatîya nivîsandin.[1]