Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Dîrok û Civak
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2016
Weşanxane: Soran
Rûpel: 200
Pirtûk li ser pêvajoyên şerên rejimên herêmê ên weke rejima tirk a li hemberî civake kurd ku ew bi armanca ji dîrokê birina wê ku bi wê re dikin, li ser wê disekinê. Bi teybetî, di pirtûkê de wê dem bi dem li ser pêvajoyên şer û hêrîşên li ser serê civake kurd ên ji sale 2014´an û pê de ku wê li hemberî civake kurd bên kirin di sekinê. Di pirtûkê de wê mijarên civakî, ramyarî û dîrokî ên di çerçoveya jîyane civake kurd de wê bi hevdû re û di nava hevdû de wê bên hildan li dest.
Hêrîşên li ser ser civake kurd, wê di pirtûkê de wê werina ser ziman. Bi wê re wê şêwa û rengê ramyarîya desthilardarîyên li herêmê ku ew şer bi cuvake kurd re dimeşênin, wê li ser wê re jî wê bisekinê. Di pirtûkê de wê, weke mijaraka sereka û giştî ku wê li ser wê bê sekin in ku wê rejimên herêmê wê çawa olê di temenê şerê xwe yên ku ew bi xalkên herêmê re dikin de wê bikarbênin wê li ser wê bê sekin in. Mijara bikarhanîn û îstîsmarkirina olê, wê weke mijareka sereka a ku wê nivîskar di pirtûkê de wê li ser wê bisekinê bê.
Di cilda pêşî a yekemin a pirtûkê de wê li ser pêvajoyên şer ên ku wê rejimên herêmê wê bi kurdan re wê bikin wê bê sekin in. Bi teybetî, wê bi wê re wê sêyeseta wan ya ´înkarê´ wê li hemberî civake kurd wê çawa û bi kîjan amûran wê bê meşandin, wê li ser wan were sekin in. Sazîya ramyarîyê, wê weke sazîyeka ku ew weke amûrekî ku wê li ser wê re wê şerê bi civake kurd re wê bê meşandin bê. Bi wê re jî wê pêvajoyên şer ên bi civake kurd re ku rejimên herêmê ên weke rejima tirk ku ew bi kurdan re dimeşênê, wê bi temenê wê re wê li ser wê bê sekin in.
Di cildan duyemin a pirtûkê de wê li ser reng û şêwayê domandina şer li hemberî civake kurd û çêkirina temenê wê bi destûr û sazîyên destûrî û pergale dadê re ku tê çêkirin. Bi vê rengê re wê li ser şêwayê bi karhanîna sazîyên weke sazîya welêt a dadê, sazîya perwerde, sazîya ramyarîyê, sazîya rêvebirinê û hwd wê bi hevdû re wê li ser wan were sekin in. Pirtûk, wê di van waran de wê dîmenekî fireh wê bide mirov bo fahmkirina rastîya şerê jenosîdkirina civake kurd û bi wê re di temenê wê de bikarhanîna sazîyên weke sazîyên dadê û sazîyên perwerde û hwd.
Di cilda sêyemin de wê di dewama wê de wê politîkayên rejimên herêmê ên bi armanca jenosîdkirinê wê bal bê kişandin li ser wan. Bi wê re jî wê, di destpêka cilda sêyemin a pirtûkê de wê pirr zêde wê dirêj li ser pergala bişavtinê û ango ya ´asîmîlasyonê´ ku ew li ser serê civake kurd hatîya pêşxistin û çawa tê bi rêvebirin û sazîyên welêt çawa tê xistin xizmeta wê politikaya poliîtîyên bişavtinê de wê li ser wê bê sekin in. Bi wê re wê li ser şêwayê hêrîşên li civake kurd wê bê sekin in. Di vê cilda sêyemin de wê bi teybetî wê li ser rengên hêrîşên ên li ser çand, wêje û dîrokîya civake kurd wê bê sekin in. Minaq, deverên ku wê li wan bendav were çêkirin, çawa ku ew bi teybetî tên bijartin, wê li ser wê bê sekin in. Deverên dîrokî û çandî ku wê bo çand û dîroka herêmê a civakê wê giring bê, wê bên xistin bin pêvajoyên tûnakirinê de. Minaq, weke heskîfê, bi hêrîşên li sûra amedê re tûna kirina kirmanên sûra amedê ku ew ji dema hûrîyan mana û hwd. Bi wê re jî wê di beşên dawî ên cilda sêyemin a pirtûkê de wê li ser piştgirîya sîyeseta ku ew tê wateya piştgirîyê ji vê şerê rejima tirk û hwd re ku ew bi armanca jenosîdkirina civake kurd a, wê li ser wê bisekinê. Di dawîya pirtûkê de bal tê kişandin li ser civînên yekemin, duyemin û sêyemin ên konferanse cenevê û bo wê tê gotin ku rastîya nêzîkatîya van civînên cenevê, mirov dikarê weke dokumentna pêvajoyên jenosîda kurd jî şîrove bike. Bi vê rengê helwesta civînên cenevê tînê ser ziman. Hewldana ne hiştina tevlîbûna kurdan li van civînan, wê weke dokumentek jenosîda kurd a dîrokî wê di pirtûkê de wê bê hanîn li ser ziman.[1]