Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Felsefe
Dîrok: 2015
Ziman: Kurdî
Weşanxane: Soran
Rûpel: 135
Ji Zend Avesta heta zen bûdîsmê, [Ji Zend Avesta heta zenbudîzmê] navê pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Pirtûk, di sala 2005an de hatiye nivîsandin. Lê di sala 2015an de cara pêşî tê weşandin.
Pirtûk, li ser felsefeya Zend Avesta û dîroka wê ye. Piştî wê re weke hin felsefeyna ku ji wê hatina derhanîn pêşketina felsefeyên weke zenbudîzmê jî di pirtûkê de li wan hatiye lêkolînkirin. Di pirtûkê de felsefeya Zend Avesta û ya zenbudîzmê di dewama hevdû de û bi hevdû re tên ser ziman. Di pirtûkê de rêbazên felsefeya Zend Avesta û zenbudîzmê bi nivîsandina wan re li ser wan tê sekin in. Her wisa, têgînên weke yoga, medîtasyon, reînkarnasyon, felsefeya karma û hwd, têne dahûr (analîz) kirin.[1]