Nivîskar:#Abdusamet Yigit#
Şêwe: Dîrok
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2013
Weşanxane: Han
Rûpel: 185
Qiyakser, navê pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Pirtûk, der barê dîrok û dema Qiyakser bixwe de ye. Di pirtûkê de, li ser dema Qiyakser û wê dema Med û Medya hatiye rawestin. Pirtûk, di ancama lêkolîneke der barê dîroka wê demê de hatiye nivîsandin.
Bi teybetî, di pirtûkê de, li ser şerê di nava Welatî Medîya û Lîdya de ku li ber rûbara Sor û ku çem bi navê helys jî disekinê. Der barê Dema Bavê Qiyakser Firortis de jî mirov dibê xwedî têgihiştin. Piştî Dema Qiyakser, der barê dema Astîyeq de jî hatîya ser ziman. Lê bi teybetî, weke navend, di pirtûkê de jîyan û dema Qiyakser û serborîya wî û kirinên Harpagos hatina hilbijartin. Harpagos, ji destpêka jîyane xwe heta pîratîya xwe li ber destê keyê medî Qiyakser şêwirmendî kirîya. Piştre ew serborîya wî ya ku dibe sedem ku ew êdî bikeve dijî Medîya de jî di pirtûkê de tê ser ziman. Pirtûk, beşek giring ji dema dîroka Medîya di wê de tê ser ziman.
Pergale Medîya ya Civatî çawa bû, pêşketin ku têde hebû, bi têgihiştina demê re mirov dibîne di pirtûkê de.
Pirtûk, di dawîya wê de, ku piştî Qiyakser re Astîyaq hatîya ser taxtê Medîya re didomê. Lê Di dema Astîyaq de, Harpagos, êdî ne li cem Medîya ya. Harpagos, êl û herêmên ku bi wî bibawer in levdane li hevdû û ji wan hêzek afirandîya. Di wê demê de jî Kîrûs li Anşanê bûya key. Harpagos, Alîkarîyê dide wî ku ew bibe key û piştre ku were û taxtê medîya jî bike destê xwe de û li ser rûnihê. Lê Kîrûs, di dema ku tê Medîya, bi hêz û artişeka mazin tê û bi rojan bi Medîya û artişa wê re dikeve şer de. Gelek êl û herêmên ku Harpagos kirin, tevlî şernebûna. Bi wê re jî, Hêza şer ya Medîya kêmketîya û bi wê kêmketina wê re ew êdî têk diçê li ber artişa kîrûs. Kîrûs, wê piştî têkbirina Medîya û bidest xistina taxtê wê, êdî wê peymane di nava Medîya û Lîdya ku di dema Qiyakser re bûya, biçirêne û ji holê rabike. Piştre wê hêza xwe biajoyê ser Lîdya. Keyê Lîdya, dike ku alîkarîyê ji Misrîyan bixwezê. Lê ew jî, wê wî xilas nekê ji xazaba kîrûs. Pirtûk, vê van rewşan bi serborîyên keyên demê re tîne ser ziman.
Di dawîyê, piştî taxtê medîya ket, bertekên wan jî, di dawiyê de hinekî tîne ser ziman. Bi qatilkirina Astîyaq re demeka nû bo Medîyalîyan dest pê dike. Ku weke gotinên dawiyê ên Astîyaq ku ji Harpagos re dibêje Ne ez dizanim ku te ev ji bo tola kurê xwe kir. Lê ma ka çima te yekî Medlîyalî ne hanî ser medîyalîyan li ser taxt. Lê ji bîrneke ku wê ti carî heta ku yek kurd jî sax bê, vê kirina te ji bîrnekin. Piştî van gotinên xwe re çavê xwe li jîyanê digirê. Di wê demê de jî, weke ku nivîskar di pirtûkê de pirr li ser disekinê û diêne ser ziman, Harpagos li ser serê wî sekinîya û lê dinerê heta ku Astîyaq bêhna xwe ya dawîyê dide. Ev nûqta, di pirtûkê de pirr bi hêstîyekê hatîya nivîsandin û ser ziman.[1]