Destana Dewrêşê Ewdî
Nivîskar:
Abdusamet YigitAbdusamet Yigit
Şêwe: Destan
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2012
Weşanxane: Han
Destana Dewrêşê Ewdî, navê pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit ya li ser jiyan û serboriya lehengê mezin ê kurd û êzîdî Dewrêşê Ewdî ye.
Pirtûk bi serborîya Dewrêş, Adûlê re dîmenekî bi çand, kevneşopî û dîroka kurdan ya wê demê re jî dide berçav. Şert û Mercên ku di wê demê de Kurdistan jî têde ya, ew jî ji pirr aliyan ve tê fahm kirin. Pirtûk, bi awayekî destanî hatîya nivîsandin. Nivîskar, zimanê ku kurdan di civatên xwe de bi axiftin û danûstandinên xwe yên bi hev re têde bikarhanîya. Di pirtûkê de, dema ku meriv serpêhatîya Dewrêş û ya Adûlê dixwêne û lê meyze dike, weke ku meriv li serpêhatîya Kurdistanê mêyze bike li meriv tê. Zimanê ku Ehmedê Xanî, di Nivîsandina Mem û Zîn´ê de bikarhanîya, nivîskar bi heman zimanî ev destana kurd ya kevn jî hanîya ser ziman. Di pirtûkê de ku mirov li zimanê nivîskar dinerê, meriv weke ku bi zimanê Meleyê Cizîrî û Feqiyê teyran dixwêne li meriv têt. Zimanê Nivîskar, bi ser yê wan de diçêt. Meriv, di xwandina pirtûkê de, bi zimanê nivîskar re xwe di demeke din ya kevn de dibînêt.
[1] 🔗 خوێندنەوە / داونلۆدکردنی پەڕتووکی: Destana Dewrêşê Ewdî
📥 ژمارەی داونلۆد:
65 جار
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!🗄 سەرچاوەکان
[1] 🇰 تۆماری تایبەت بۆ کوردیپێدیا | 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr |
Abdusamet Yigit