Ebdulbaqî Huseynî
Ebdulbaqî Huseynî (Abdulbaqi Hussaini), nivîskarekî kurd e ku di sala 1961ê de li Qamişloka binxetê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe a sereke, navîn û lîse li Qamişlokê xwendiye.
Pişê li Zanîngeha Şamê di navbera salên 1979–1985an de xwendina xwe di fakulteya çandiniyê de wek endezyarê çandiniyê xelas kir.
Ji sala 1999an û vir ve li Norwêcê dijî. Di sala 2006-2009 Master di warê duristkirina Stadyoên Golf de ji zangoya Oslo xelaskir.
Berhemên wî:
Çîrokên mîran, pirtûkeke folklorî ye ku ji 20 çîrokan pêk tê. Di sala 1991ê de li Beyrûdê çap kiriye.
Berpirsyariya kovarên kurdî Gurzek Gul (1989–1991) û Zanîn (1991–1997) dikir. Ji sala 2011 ve serokê Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Suriya ye (HNRKS) Berpirsê beşê kurdî ye a rojnameya (Pênûsa Nû). www.penusanu.com
Hin berhemên wî li ber çapê ne.
Ew niha gotarên xwe bi zimanên kurdî û erebî di rojname, kovar û malperên Internetê de belav dike.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!