Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 514,830
Bilder 104,284
Bøker 18,893
Relaterte filer 94,732
Video 1,234
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Mele Nûriyê Hesarî
Gruppe: Biografi | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mele Nûriyê Hesarî

Mele Nûriyê Hesarî
$Mele Nûriyê Hesarî$, di 1934'an de li Hesar a gundê Kercewsê bûye. Di nava Kurdan de bi nasnavê Seydayê Pirêşan tê naskirin. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsifê kurê Emer e. Emer ji gundê Hêştirekê ji malbata Etmanka, ji şaxê Elikan, ji rema (eşîr) Hevêrkan bûye.
Mele Nûrî ji malbateke xweneda, zana û bîrewer hatiye. Bavê wî çewa ku mele bûye, diya wî jî keça melan û jineke xweneda bûye
Mele Nûrî di 1939'an de pêşî li cem diya xwe dev bi xwendina Quranê kiriye û li cem wê Mewlûd, Nehculenam, Nûbihar û Rewdneîm xwendine. Di 1940`î de, çaxê ku diya wî li Hesarê giyana xwe spariye Xwedê, îcar wî li ba kekê xwe Mele Hiseyn xwendiye. Lê çaxê ku kekê wî çûye leşkeriyê, îcar bavê wî ew xistiye dibistana bi zimanê tirkî ya ku li Hesarê bûye.
Mele Nûrî di 1945'an de çaxê di nofa (sinif) çaran de dibistana tirkî dixwend, bavê wî jiyana xwe spartiye Xwedê. Îcar kekê wî Mele Hemîd ew ji dibistanê derxistiye û daniye ber xwendina medresê. Piştî demekê ew û kekê xwe Mele Nezir çûne gundê Bilêderê û li cem birayê xwe yê ji dê mane. Piştre çûye mala xalê xwe Mele Mihemed li gundê Êlihê (niha bûye wîlayet û jê re Batman dibêjin) maye. Ji wir jî çûye gundê Kurrika li Bişêriyê, li medreseya Mele Hesenê Tilmizî xwendiye û ders ji kurê Mele Hesen Mele Faîq girtiye. Piştî demekê ji wir şûnde vegeriyaye çûye Hesarê, ew û kekê xwe Mele Hemîd ji bo xwendinê daketin Binxetê û çûne cem mala Şêx Ehmedê Xiznayê. Li wirê dîsa li cem kekê xwe Mele Hemîd xwendiye heta ku “Sadulaha Gewra“ xilas kiriye.
1949, birayê wî Mele Hemîd çaxê xwendina xwe ya medresê kuta kiriye, di Kanûna Paşî de vegeriyaye Hesarê, lê Mele Nûrî li Xiznayê maye, îcar li cem Mele Beşîrê Batêrgizî xwendiye. Lê di 1950`î/ dehê meha Heyvdarê de Şêx Ehmed çaxê jîna xwe spartiye Xwedê, ji wir çûye Tilmarûfê û li ba şêx Eladînê kurê Şêx Ehmed xwendiye. Mele Nûrî li wirê bûye pêbawerê Şêx Masûmê kurê Şêx Ehmedê Xiznayî.
Mele Nûrî di jiyê xwe yê bîstî de (1954) dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî kiriye û berhemên xwe hemû bi alfabeya latênî nivîsandine. Camêr digel wê perîşanî, dilêşanî û xizantiya xwe heta niha deh pirtûk kirine malê Pirtûkxaneya Kurdistanê
Min dît ku Mele Nûriyê Hesarî, deh pirtûk bi zaravayê kurmancî û bi alfabeya latini nivîsîne. Hin ji wan bi makîneya nivîsê, hinek jî bi xameyê hatine nivîsandin. Tev yan di defteran de yan jî li ser kaxezê A4 hatibûne nivîsandin. Kaxezên hinek ji pirtûkan jî pir qirêjî, zerkokî û qermiçokê bûbûn. Ji wê yekê diyar dibû ku ew saline dirêj di binê erdê de û di deverine bêkeys de veşartî mane. Piraniya pirtûkan helbest bûn û çend lib jî li ser babetên cuda bi pexşanî hatine nivîsandin. Lê belê yek tenê jî hehatiye çapkirin.
Ev pirtûka Mele Nûrî ya bi nave Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî, berhema wî ya pêşî ye ku di 1996'an de li Swêdê ji aliyê weşanxaneya PENCINARê ve hatiye çapkirin. Lê min di 24`ê Hezîrana 1996`an de bi telefonê bohîzt ku dîwaneke Mele Nûrî jî hatiye çapkirin. Niha heşt pirtûkên wî yên ku mane jî, bi mirinê re rûqal bûne.
Ev pirtûk di rewşa îro de ji bo Rêzimana Kurdî dewlemendiyeke bê biha ye û hêjayê nirxdariyeke mezin e. Herweha ji aliyê bêjeyan ve jî gencîneyeke wisan dewlemend e ku hempayên wê pir hindik têne dîtin.
Bêjeya “Hostanîbêj“ bi wateya axaftina bi hostatî, bi zanîn e ku tê de şaşî û çewtî çênabin. Bêjeya “zarhawe“ jî, bi wateya aweyên zar (axaftin) e ku berê bav û bapîrên Kurdan çewa diaxivîn û bi çi tewrî bijeyan wek hevok li pey hevûdu rêz dikirin.
Pirtûk li ser axaftina devoka kurmancî hatiye nivîsandin. Herweha awayên rêzimanî, bikaranîna bêjeyan di hevokan de û çewabûna bikaranîna demê diyar dike.
Ev berhem gelekî hêja û giranbiha ye. Di pêş de eger ew ji aliyê komikeke zanistî ve bête werbêjkirin, babet e ku di dibistan û xwendegehên kurdî de bibe pirtûka dersê.
Nivîskar alfabeya kurdî ya latênî ku ji vê pirtûka xwe re bi kar aniye, jimara tîpan gihandiye 34`an û ev hersê tîp li alfabeya ku niha Kurd bi kar tînin zêde kirine:
Orîjinala pirtûkê ya destnivîs, 396 rûpelên deftereke mezin e. Min, bi destûra nivîskarî pirtûkê li gor alfabeya ku niha ji aliyê Kurdan ve tê bikaranîn nivîsîye.Mele Nûriyê Hesarî ( Pirêşan ) 1934 - 2011 Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan), ku navdarekî ziman û helbesta kurdî a klasîk bû di nav kurdên rojava de, ji nav me barkir . . Bi koçkirina wî re stêrek geş û bêdeng ji asmanê wêjeya kurdî rijiya . . Lê navê wî, bi bilndî di rêza helbestvanên kurdî de tê rojevê. Wî ji mîna cegerxwîn , Palo, Tîrêj, navê xwe bi berzebûn di qada rewşenbîriya kurdî de tomar kir .. Û bi xortî rêzgirtina xwe di nav gel de çesipand..
$Fermo vê helbesta rehmetî li dor serboriya wî, evîna welat û hejariya wî bixwînin:$
Evîna welat! Gelekî tu zorî
Ez nadim welat, bi çerxê jorî
Bavê min jêre dibêjin yûsiv
Navek şêrîne, wek dims û hingiv
Diya min bi min, gelkî biha ye
Navê wê xanim, kîza mela ye
Ez li hesarê, çêbûm ji dê re
Diya min zû çû, (Fermo) ji Xwedê re
Şehra me Mêrdîn, li Kurdistanê
Tirk li wan dikin îro fermanê
Jîna min çardeh, gîhame sûrî
Çi hat serê min, ji destê dûrî
Li min bû peyda, evîna welat
Zimanê min bû, xabûr û ferat
Min melatî kir, peyda li gunda
Bûme biyanî, ji rengê kunda
$Ji berhemên wî:$
- Şoreşa Barzanî: Helbest, 1995
- Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996
- Rêziman: Destnivîs
- Ferhenga Kurdî – Kurdî, Destnivîs
- Ferhenga Kurdî – Tirkî, Destnivîs
- Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs
- Mewlida Pêxember, Destnivîs
- Vegerandina Zimanê Erebî Şarvîn, Destnivîs
- Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs
- Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye.
- 11 Dîwanên Helbestan, Destnivîs
- Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs
Hêjaye gotinê ku mamoste Zeynelabidin Zinar jî pirtûkek wî li Swêd çap kiriye.
Her wiha wiha rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standine wek Xelata Festîvala Helbesta Kurdî, Xelatek ji Koma Narîn a folklorî.. Fermo van çend firdikan ji helbesteke rehmetî li dor mirinê bixwînin:
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 970 ganger
HashTag
Kilder
Relaterte filer: 1
Koblede elementer: 3
Gruppe: Biografi
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Kjønn: Mann
Nasjon: Kurd
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 85: Nord Kurdistan
Person type: Linguistic
Person type: Religiøst
Person type: Writer
Place of Residence: Kurdistan
Technical Metadata
Opphavsretten til denne meldingen har blitt utstedt til Kurdipedia av varens eier!
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ڕێکخراوی کوردیپێدیا ) på 05-03-2020
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( بەناز جۆڵا ) på 06-03-2020
Dette elementet nylig oppdatert av ( بەناز جۆڵا ) på : 06-03-2020
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 970 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.151 KB 05-03-2020 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpe...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Vær...

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 514,830
Bilder 104,284
Bøker 18,893
Relaterte filer 94,732
Video 1,234

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 1.031 andre!