🏠|📧|Derbare!|Pertûkxane|📅
🏠 Destpêk|📧 Peywendî|💡 Derbare!
|
📅 Emiro 02-06 le mêjûda
📅Krronolojiyay rûdawekan
📅 Rojekan
📆02-06-2020
📆01-06-2020
📆31-05-2020
📆30-05-2020
📆29-05-2020
📆28-05-2020
📆27-05-2020
📂 Zortir ...
📅02 June
📝 Bellgenamekan
📊 Amar u Rapirsî
✌️ Şehîdan
💚 Enfalkirawan
☪ Qurbanîyi Da'ş
😞 Q. şerî nawxo
👩 Q. tundutîjî
📅 Date of Birth
📅 Date of Death
|💳 KomekYarmetîman bide bo pêkhênanî kurdîpêdiyayekî başitir. tenanet komekêkî biçûkîş debête yarmetîderman.
yarmetîyi êweman dewêt bo:
* bedesthênanî tekinelociyayi başitir û xêratir...
* damezirandinî rêkxirawî kurdîpêdiya û bûnî çend karmendî taybet bexoyewe, ta berdewam nawerrokî kurdîpêdiya başitir bikrêt.
|📕 PertûkxaneGewretirîn pertûkxaney dîcîtallî Kurdî! - (10,963) pertûk||
📖 Kurteyek leser Lur
Amadekar : Wehîd Kemalî Îlamî
Pêşekî
Lurekan weku beşêkî gewre le pêkhatey komelgey Kurdewarî‌ u danîştwanî zincîre çiyaî dirêj ‌u pan‌ u berînî zagros, her le seretay destpêkirdnî jiyan‌u mêjuy nûsrawî şarstanîyet le dawênî şax‌u daxekan‌u deşt‌u dolekanî em cugrafiyayye jiyan ‌u be parastnî zewî ‌u kultur‌u zimanekeyan w...htd, rolêkî yekcar berçawyan heye le hemû biwarekanda nek tenha le nawçekanî dêrînî nêştecîbûnî xoyan, bigre le zor rûdaw‌u pêşhatî komelayetî, ramiyarî, abûrî, serbazî, k
👫 Jacqueline Surenovna Musaelyan
Di sala 1957 ew ji beşa Fîlolojiya Îranî yên li Zanîngeha Lênîngradê ya dewletê xilas kir.
Ji sala 1958 an de li IOM xebitî، Lêkolîner Senior Di 1978، di bin rêveberiya Doctor of Philosophy MB Rudenko de teza xwe ya ji bo asta kandîdatê zanistiya sîmayên li ser babeta The Kurdish poem Zambilfrosh û Versiyon ji komalê xwe parast. Published 7 pirtûk û li ser 40 articles. Di dema niha de، bi hev re bi grubê EI Vasilyeva amade ji bo weşandina vê xebatê Eşîrên kurdan. ferhenga Reference .
herêmên
👫 Margarita Borissowna Rudenko
Margarita Borissowna Rudenko rusî (Маргарита Борисовна Руденко) 9. Gulan 1926 li Tiflisê † 27. Tîrmeh 1976 li Leningradê peyvzan, rojhilatnas, kurdnas, nijadnas, û zaneya wêjeyî rûsî bû
Rudenko damezrînera lêkolîna wêjeyî di kurdnasiya rusî de, danera kataloga destnivîsên kurdî ya yekemîn bû, Pirtûkxaneya Saltykow-Schtschedrin li Sankt Petersburgê xwediya wan destnivîsan. Zêde, werger û ravekera rexneyî li ser çendîn berhemên kurdî yên Serdema Navîn wek Şêxê Sen'anê Feqiyê Teyran, Mem û Zînê Eh
📕 Kitêbî yekem Bo Polî yekemî seretayî Be tîpî latînî
Nûsîn u amadekirdinî: Kerîm Danişyar
Swîd – 2007
📊 Babet 374,022 | Wêne 58,940 | Pertk PDF 10,963 | Faylî peywendîdar 42,331 | 📼 Video 167 | 🗄 Serçawekan 14,561 |
👫 Bedîuzzeman Seîdê Kurdî | 🏷️ Pol: Kesayetîyekan | Zimanî babet: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr | 👁️‍🗨️
✍️

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî


Faylî peywendîdar 📂
Bedîuzzeman Seîd NûrsNûrsî, yan Bedîuzzeman Seîdê Kurdî (z. 1878 li Nors/Nûrs, Xîzan − m. 23'ê adarê 1960 li RihaRiha) fîlozof û nivîskarekî Îslamê ye ku jê re Bedîuzzeman (Di dema wî de kes asayê wî tune) tê gotin. Di dîroka Îslamê de çar kes xwediyê vê şerefa mezin bûne. Muellifê Kulliyata Risaleyên Nûr .
Jiyana Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî
Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di sala 1878'an de (navbera 5 rêbendan - 12 adar) li bajarê Bedlîsê, navçeya Xîzanê, li gundê Nûrsê ji dayik bûye. Bavê wî sofî Mîrze, dêya wî jî Nûre xanim bû[4]. Tehsîla pêşîn û navîn li welêt diqedîne. Di xortaniya xwe de xebatên welatperweriyê dike. Beşdarî Şerê cîhanî yê yekem dibe. Li Rûsyayê, du salan dîl dimîne û paşê vedigere welêt. Di tevgera welatperweriyê de xebata xwe domand. Paşê, dev ji van xebatan berda û bi temamî xwe da rêya dînî. Di vê xebatê de dijayetiya rejîmê kişand. Li gelek deran heps û sirgûnî kişand. Li Ruhayê di 23 adara sala 1960 de çû ser heqiya xwe.
Di pirtûka xwe ya Munazeratê de, Bedîuzzeman gotiye Mirin roja newroza me ye. Pirr balkêş e ku du roj piştî Newrozê û hem di sibeha şeveke Leylet-ul Qedrê de wefat kiriye.
Perwerdehî
Bedîuzzeman Seîd Nûrsî di sala 1878an de li Nûrsê gundekî Xîzanê navçeya BidlîsBidlîsê ji dayik bû. Perwerdahiya pêşîn ji Mela Ebdullah girt. Îcazeta xwe li Bazîdê li Medresa Şêx Mihemed Celalî stand. Navê Bedîuzzeman (بَديعُ الزَّمان Badî' az-zamân) lê hat danîn ji ber ku di zanîna Îslamî de pir pêşveçuyî bû, di nav civata Îslamzanan de cîhek zaf mezin digirt. Di sala 1894an de li pirtûkxaneya Bidlîsê du sal xwendina xwe berdewam kir û di Ulema Îslamî de bû xwedî navekî giran. Ji wir çû Wanê. 10 sal li Wanê ma. Xebatên xwe li wir berdewam kir.
Di hengama ku li bajarê Wanê ma, di qonaxa waliyê Wanê de pirtûkên hemdem û yên li ser zanistên fenî dîtin û bi balkêşî ew zanistên hanê di demeke kurt de bidest xistin. Di jiyana xwe ya li bajarê Wanê de pirtûkek li ser matematîkê jî nivîsandiye, lê mixabin ew pirtûk di agirekî de şewitiye[çavkanî pêwîst e].
Li qonaxa walî di rojnameyekê de vê nûçeyê dibîne: yan divê em hemû Quranan ji nav misilmanan hilînin yan jî misilmanan ji Quranê sar bikin. Jiholêrakirina hemû Quranan bêîmkan e lê divê em bi awayekî misilmanan ji Quranê sar bikin. Yan na heta ku Quran di destê wan de be em bi ti awayî nikarin li wan hikim bikin. Li ser vê nûçeya hanê Xîreta Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya dînî difûre û wiha dibêje Ez'ê nîşanî hemû cîhanê bidim ku Quran xwedî ronahiyekê ye ku ne vedimire û ne jî dikare bê vemirandin!
Li ser vê yekê berê xwe dide paytextê osmanî Stembolê û li wê derê di xaneya Şekercî de odeyekê kirê dike û li ser deriyê wê odê lewheyeke balkêş darde dike: ji hemû pirsan re bersiv heye, lê ji ti kesî pirs nayên kirin. Li ser vê daxuyaniya balkêş bi sedan kes ji ehlê ilm û zanistê berê xwe didin xana şekirciyan û pirsên xwe yên herî zor jê dikin. Ew jî bi alikariya Xwedayê Zane bê dudilî û xeletî bersivê li hemûyan vedigere. Li ser vê yekê navê wî di nav cîhana zanayên paytext de jî pêl bi pêl belav dibe û navdar dibe. Dema ku rektorê zanîngeha el-Ezherê ji bo serîdanekê hatiye Stembolê, alimên wê derê jê lawa dikin ku bi Bedîuzzeman Seîdê Kurdî re têkeve nîqaşê. Ew alimê han jî ji bo ku asta zanistiya wî bipîve, pirseke wiha jê dike: Gelo nerîna te derbarê Ewropa û Osmaniyan çi ye? Bedîuzzeman bersivê lê vedigerîne: Ewropa bi dewleteke îslamî avis e û dê rojekê ji dayîk bibe. Osmanî jî bi dewleteke ewropî avis e û dê rojekê ji dayîk bibe! Li ser vê bersivê rektorê el-Ezherê wiha dibêje: Ez jî di heman nerînê de bûm, lê tenê Bedîuzzeman dikare bi vê kurtayê bilêv bike. Naxwe bi vî xortî re kes nikare têkeve nîqaşê û zora wî bibe
Zanîngeha Zehra
Xewna wî ya herî girîng ew bû ku li Wanê zanîngeheke Îslamî bi navê Medreseya Zehra were avakirin.
Ev daxwaza xwe ragihand padişahê Osmanî. Guh nedan gotinên wî û ew berê avêtin timarxanê, paşê ji wir girtin avêtin girtîxanê. Piştî serbestberdana wî li Stembolê di xîtaba li Hurrîye de ji gel re got ku Meşrûtiye ne tiştekî dijî Îslamê ye. Ew axaftin di rojnamên wê demê de hat weşandin.
Di sala 1910an de zivirî welêt û hat Wanê. Li bajarên Kurdistan geriya, çû Mûş, Bidlîs, Çolemêrg, Amed û Rihayê. Li wan deran di nivîs û axaftinên xwe yên bi navê Munazerat de bi serokê eşîrên kurdan re li ser buyerên demê peyivî. Di sala pey wî de çû Şamê û di mizgefta emewî de xutbek li ser kêşeyên siyasî, aborî û civatî yên civata Îslamê da. Ew xutbe paşê bi navê Xutbeya Şamê hat çapkirin.
Ji Şamê hat Stembolê û tev li gerra Siltan Reşad li welatên rojhilatê bû. Li Skopiyeyê tev li hîmavitina Zanîngehê bû. Dema ji ber Şerê Balkanê ew proje hat sekinandin, bi hikûmeta osmanî da pejirandin, ku ew texsîsata Zanîngeha Skopiyê li Medresa Zehra were guhêztin. Paşê hat Wanê. Hîmê Zanîngeha Zehra di sala 1913an de li kêleka behra Wanê, li Artemîtê hat avitin. Lê ji ber destpêkirina Şerê Cîhanî yê yekem avakirin rawest.
Di vê navberê de pêwendiyên xwe bi kurdên li Stembolê re çêdikir serî dida qehwexaneyên ku kurd lê rûdiniştin û di ber xwe dida ku wan hişyar bike û yekîtiya navxweyî çêbike da ku bi saya vê yekîtiyê hem namûsa kurdayetiyê û hem jî ya alema îslamê rizgar bike.

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî


Ji bo nimûne maqaleyeke xwe de Bedîuzzeman Seîdê Kurdî nexweşî û çareseriya nexweşiyên kurda û qenciyên wan weha rêz dike.
« Ey gelî kurdan! Îttifaqê de quwwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet heye. Kabika Îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek îslamiyet e, ku hezar xûna şehîdan buhayê wê dane. Ê duduwan însaniyet, ku lazim e em nezera xelqê de, bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyeta xwe nîşanî dinê bidin. Ê sisêyan, milliyeta me ye, ku mezîyet da me, ê berê ku bi qenciya xwe saxin, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin. Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Stembolê delîla wê ye. Ê duduwan cehalet û bêxwendinî ku hezar ji me da yek qezete-rojname nikarin bixwînin delîla wê ye. Ê sisêyan dujminî û îxtilaf e, ku ew 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyê dike û hukumet jî ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir. ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e, ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dujminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê ewil merîfet û xwendin e. Ê duduwan îtifaq û muhebeta millî ye. Ê sisêyan însanê şuxla xwe bi nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê. Wesîyeta paşê: xwandin, xwandin, xwandin û destêhevgirtin, destêhevgirtin, destêhevgirtin.
Weşanên Nûbihar
Rîsaleya Biratiyê
Peyivên Biçûk
Peyiva Bîst û Sêyemîn
Vateyê Qijkekî (Kirmanckî/Zazakî)
Munazerat (Digel Metnê Tirkî)
Weşanên Zehra
Pirtûkên piçûk
Xutbeya Şamê
Munazerat
Mûcizeyên Qur'anê
Mûcizeyên Ehmedî
Dîwana Herba Urfî
Rîsaleya Munacatê
Rîsaleyên Îxlasê
Rîsaleyên Remezan û Îqtisad û Şukrê
Rîsaleya Mîrac û Şeqqa Qemerê
Rîsaleya Nexweşan
Pirtûkên mezin
Dersên Civakî
Mesnewîya Nûriye
Mektûbat
Weşanên Envar
Peyvên Biçûk
Weşanên RNK
Peyvên Biçûk - Peyva Bîst û Sêyemîn - Mektûba Bîstemîn
Weşanên Weqfa Xizmet (Hizmet Vakfı)
Rîsaleya Siruştê
Kelîmeya Bîst û Sisêyan
Rîsaleya Uxuwwetê
Şehadetnameya du Dibistanên Musîbetê Yan Jî Dîwana Herba Urfî û Seîdê Kurdî
Rîsaleya Nexweşan
Rêbera Ciwanan
⚠️ Em babete bezimanî (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) nûsirawe, klîk le aykonî bike bo krdineweyi babeteke bew zimaneyi ke pêyi nûsirawe!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ Taybetmendîyekanî babet
🏷️ Pol: 👫 Kesayetîyekan
🏳️ Zimanî babet: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 Date of Death: 23-03-1960
👫 Corî kes: 📿 Ayînî
👫 Corî kes: ✍ Nûser
👥 Netewe: ☀️ Kurd
🏡 Place of Residence: 🌄 Kurdistan
⚤ Regezî kes: 👨 Piyawan
🏙 Şarekan: ⚪ Bedlîs
🗺 Ulat - Herêm: ⬆️ Bakûrî Kurdistan
🌐 Ziman - Şêwezar: 🏳️ K. Bakûr

⁉️ Technical Metadata
©️ Xawenî em babete be supasewe, mafî billawkrdineweyî be Kurdîpêdiya bexşiywe!
✨ Kwalîtîyi babet: 99% ✔️
99%
✖️
 30%-39%
Xirap👎
✖️
 40%-49%
Xirap
✖️
 50%-59%
Xirap nîye
✔️
 60%-69%
Mamnawendî
✔️
 70%-79%
Zor başe
✔️
 80%-89%
Zor başe👍
✔️
 90%-99%
Nayab👏
99%
✔️
Em babete lelayen: (Jiwan O Ehmed)ewe le: Feb 29 2020 9:24PM tomarkirawe
👌 Em babete lelayen: (Seryas Ehmed)ewe le: Mar 1 2020 5:48PM pêdaçûneweyi bokrawe û azadkrawe
✍️ Em babete bo diwacar lelayen: (Seryas Ehmed)ewe le: Mar 1 2020 5:48PM baştirkirawe
☁️ Nawnîşanî babet
🔗
🔗
⚠️ Em babete bepêy 📏 Standardekanî Kurdîpêdiya hêşta natewawe u pêwystîy be dariştinewey babetî u zimanewanîy zortir heye!
👁 Em babete 75 car bînrawe

📚 Attached files - Version
Cor Version 💾📖🕒📅 👫 Nawy tomarkar
📷 Faylî Wêne 1.0.166 KB Feb 29 2020 11:19PMJiwan O Ehmed
✍️ Em babete baştir bike!
☰ Zortir
⭐ Bo naw lîstî kokirawekan
💬 Rayi xot derbareyi em babete binûse!

✍️ Gorankarîyekanî babeteke!
🏷️ Metadata
RSS

📷 Gûgllî wêneyi babetî hellbijêrdraw bike!
🔎 Gûgllî babetî hellbijêrdraw bike!
⠪ Share
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ Nirxandinî babet
⭐⭐⭐⭐⭐ Nayab
⭐⭐⭐⭐ Zor başe
⭐⭐⭐ Mamnawendî
⭐⭐ Xirap nîye
⭐ Xirap

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî

📚 Faylî peywendîdar: 3
📂[ Zortir...]
🖇 Babete peywestkrawekan: 1
🏰 Şiwênekan
1.👁️Nûrşîn
📂[ Zortir...]

Kurdipedia.org (2008 - 2020) version: 12.06
| 📩 contact@kurdipedia.org | ✔️CSS3 | ✔️HTML5
| Katî afrandinî lapere: 1,435 çirke!
☎ +9647701579153 +9647503268282
| ☎ +31654710293 +31619975574