Kerkûk (bi zaravayê soranî: كهركووك, asûrî: ܐܪܦܗܐ, tirkî: Kerkük, erebî: كركوك) bajarek e li Başûrê Kurdistanê.
Bajarê Kerkûkê serbajarê parêzgeha Kerkukê ye. Di çaxa deshilatdariya Seddam ew bajar ket ber Helmeta Te'rîb kirin (erebandin) û kurdên wê hatin derkirin u ereban ji bajarên din ve re hatin nîştecê kirin. Kerkûk mezintirîn bîrên petrola Kurdistaneê li xo girtiye, mîna Babagurgur.
$Dîroka Kerkûkê:$
Şarî Kerkûk le serdemî Gotîyekan da dirûst kirawe we her Gotîyekanîş Qellay Kerkûkyan dirûst kirduwe bêgûman eme aşkira ye ke Gotîyekan yekêkin lew tîr û hoze konaney kurd ke ser be netewey kurd in em şare zor car lelayen dagîrkeranewe dagîr kirawe nimûne: dewlletî Mexol (tûrk) û dewlletî Aşûrî we herweha lelayen Yonanîyekan û Erebewe dagîr kirawe. Hemîşe dagîrkeranî Kurdistan çawyan lewe buwe nasnamey Mêjûyî û konî em şare bigorrîn nawdartirînyan (tûrk û ereb) in emeş bo ewe egerrêtewe ke em şare dewllemend e be Newt le Kurdistan da (Babe gûrrgûrr) we herçende dagîrkeran û dûjminanî gelî kurd em mêjûwe çak ezanin bellam dan bewe da nanên Betaybetî Tûrkmanî Mexol ke mêjuwekeyan aşkira ye û le Mengolya we hatûn legell tûrk û azerî ye turkekan da we destyan sûr e be kûştinî milyoneha kurdî Kurdistan. 75%-80î danîştuwanî em şare kurd in we hendêk ereb û turkmanî têdaye ke le willatanî xoyanewe hatûn.
$Madeya 140:$
Piştî jinavbirin û rûxandina rejîma Sedam Huseyîn di sala 2003'a de, kurd û ereban li hev kirin ku meseleya Kerkûkê û wan deverên din ku li derveyî desthilatdariya kurdî ne - weke Şingal, Xaneqîn, Mexmûr û hîn deverên din - lê ji aliyê tevgera kurdî weke beşek ji Kurdistanê tên hesibandin, bi riyeke qanûnî werin çareserkirin. Ji bo vê yekê hin made di destûra Îraqê hatin bicihkirin. Destpêkê madeya 58'a ya destûra Îraqê çareserkirina pirsgirêka wan deveran destnîşan dikir, paşê ev made bû madeya 140'ê ya destûra Îraqê. Li angora madeya 140 jî ew meseleya wan deverên arêşedar – û ji wan jî bajêrê Kerkûkê – bi sê qonaxan tê çareserkirin. Di qonaxa yekem de divê kurdên awarebûyî vegerin cihên xwe yên berê û bihên qerebokirin û erebên ku ji cihên xwe hatine derxistin li cihên xwe yên berê vegerin û ew jî bihên qerebokirin. Di qonaxa duyem de divê serhejmarî bihê encamdan û di qonaxa sêyem jî de gerek referandum bihê sazkirin, da ku bihê naskirin ka dê çarenivîsa evan deveran çi be. Ev prosesa han li gor made divîyabû di dawiya sala 2007'a de bi dawî bihata, lê ji ber hinek pirsgirêkan (bi fermî pirsgirêkên teknîkî, lê di rastiyê de pirsgirêkên siyasî, yanî lihevnekirina kurd û ereban) bo şeş mehan hate paşvexistin û pîştî şeş mehan dîsa nehat bicihkirin û dîsa hate paşvexistin.
$Gundên qezaya Kerkûkê di sala 1957'an de:$
Kerkûk (navend)
Aliyawe
Bilawe
Cebel Bor
Cebîde Mayil
Dukanî Rehîm
Dumîle
Elbufişke
Goçekî Biçûk
Goçekî Gewre
Gogçe
Hesarî Ehmed Nazim
Hesarî Bekre Efendî
Hesarî Hacî Ewla
Îmam Elî
Kurdemîr
Kurka Çal
Kurey Medhubî
Mirate Sexîr
Mirate Kebîr
Mensûriyey Taze
Necim Kelawî
Niwîş
Nîtirî Gewre û Giçike
Penca Elî
Qisîr
Rehîmawa
Rimil Asî
Saqizlî
Sêkaniyan
Sone Golê
Surediyê Xuwarû
Şorawî Sedîq Beg
Talbendlî
Tobizrawey Sedîq Beg
Xanuwekanî Kurey Kompaniye
Xulîce
Yarwelî
NavdarênBajêr
Ebdurehman Xalisê Talebanî
Şêx Rizayê Talebanî. [1]