Duhok an Dihok (bi tîpên erebî دهۆك, Dahuk; bi suryanî: ܢܘܗܕܪܐ, Nohadra), bajarekê mezinê başûrê Kurdistanê ye, li devera Badînan, navê parêzgeh, qeza û bajarê herê mezin e. Nêzîkî 1.000.000 kesan tê da dijîn. Bi qasî 60 km ji sinorên Tirkiyeyê dûr e. Bajar di nav nihaleka berfireh da ye. Sê aliyên bajarî çiyayên bilind in. Li jor Çiyayê Spî, li jêr Çiyayê Dehkan (Şindoxa), li rojhelatî Çiyayê Mamsîn û li rojavaya wî, deşta Sêmêlê ye, ku ji bo çandina dexil, dan û dikakî, axeka zêrîn heye. Parêzgarê Duhokê Ferhad Emîn e.
$Nav$
Ji wan şûnwarên, ku li dorûberên bajarî hene, xuya ye ku Duhok pir kevn e. Di berê de û di demê dewleta Nozî de, mîrê bajarê ku digotinê Axşindo, li Girêbasê, baca rê li ser karwaniyan dadina û ji her barî du mist digirtin. Navê bajarî jî, ji hindê peydabûye. Du hok, anku du mist
$Erdnîgar$
Li Dihokê digel navceyên wê Zaxo, Amedî, Sêmêl, Şêxan û gundên wê ji 1,5 milyon lê dijîn. Ji wan 90% bisilman, 5% êzdî in û 5% fileh in.
Du çem di nav bajarî de diçin. Yê yekê çemê Duhokê ye, ji jora bajarî, ku serekaniya wî, li nêzîkî gundê Xazyava dizê û yê duyê jî, biçûktir e, navê wî, Hişkerû ye, ku serekaniya wî, ji rojhelata bajarî, li nêzîkî gundê Berêbuharê dizê. Li ser çemê Duhokê, berî bigehî gelî, sikrekê avê hatiye çêkirin. Dûra herdû çema, ku di nav bajarî de diçin, bi baxçe û dehlên fêkî: hinar, hilîk, mijmij, sêv, tireqî, tirî, hirmîka xemlandi ye.
Li bakurê Duhokê kelheya Firun e. Rojhelat kelheya Şedayê, li başurê Çiyaye Reş e.