Amêdî (ji tîpên erebî guhêzkirî: Amedi) li devera Behdînan qeza û bajarekî biçûk e. Di serdema Mîrîtiya Behdînan de paytextî kiriye.
Amêdî bajêrkekê Kurdistana Başûr e û dikevîte di nav sinorê Behdînan da. Daniştiyên vî bajêrkî nêzîkî 6.000 kesan e. Di serdemê mîrnişîna Behdînan da Amêdî paytextê vê mîrnişînê bû. Li vê deverê peymangeheka teknîkî bi navê Peymangeha Teknîkî ya Amêdiyê heye.
Rûberê qeza yê 93 km², hijmara gundên rex û durên wê 15 gund bon hem hatîne wêrankirin, lê piştî damezirandina hikûmeta herêmê pêtiriya gundan hatine avakirin.
Gundên nêrweyia:- 1-dizge. 2-bebu. 3-sernî. 4-hêşetî. 5-bêznorî. 6-sipêrî. 7-sînî. 8-bêromanî. 9-zêweyi. 10-kareyi. 11-zêwa serî. 12-başê. 13-wêle. 14-sakî. 15-kanî sarkî. 16-elihî. 17-carmendî. 18-erijî. 19-şlukoyi. 20-tovî. 21-bêtfe. 22-dutazayi. 23-şîvî. 24-zêrî. 25-hirkaşî. 26.bircelî. 27-nêrwe jêrî.
Eşîra nêrwe dikevite amêdiyê û beşek dikevite çelê.
=KTML_Bold=Dîrok:=KTML_End=
Bajêrkê Amêdiyê dikevîte bakurê rojihelatê senterê Parêzgeha Dihokê bi dûriya 70 km. Bajêr yê ava kiriye li ser keliheka siroşt ku rûberê wê digehît 17,5 km² û bilindahiya wê ji dewrû bera 1000 pê ne vî bajêrk dîrokeka kevnar û pir rûdan heye ku dizivirît bo Împeratoriya Aşur, zanayên şînwaran dibêjin Amêdiyê bajêrê Amat e yê ku di belgenamên aşuriya da li serdemê Şems Addê pêncê (823-810) ber bunê û nivîsînên Adedinîrar siyê (804-782) berî bunê û behsê Amat di nivîsînên çerxê Babiliyê nû da hatiye û paş rewşa wê hatiye guhirîn û keftiye jêr desthelata dewleta Îslamî Yaqût el-Hemewî derbare Amêdiyê dibêjît ewê avakirî dibêjnê Imadedînê Zengî sala 537'ê koçî (1142'ê zayînî) mişextî, belê Hemdalle Alimstufa el-Qezwînî bo wê çendê diçît ku ewê Amat nûkirî dibêjnê Madaldule al-Dilîmî ewê li sala 0338'êmişextî mirî û wî Amêdiyê binavê xwe nav kiriye.
Dîroknas Ibn el-Esîr çendîn caran navê Amêdiyê înaye ev bajêre toşî ne aramiyê bûye heta ku mîrên mîrgeha Sêvdîna kurdî kiriye paytextê desthelatê xwe li nêzîk sala 740'ê koçî (1339'ê zayînî) mişextî û libin desthelata wan ev cihe pêşkefit û berdewam ma paytextê mîrgeha Behdîna heta sala 1842'an a zayinê demê ji layê Mihmed Ance Beyireqdar ve hatiye dagîrkirin paşî sultanê osmanî Mihmudê dûyê sîstemê nawendî yê raste û xwe li wîlayetên Osmanî li ser sepand û bi êk car dest bi ser mîrgehên kurdî da girt û bi wîlayeta Colemêrgê paşî wîlayeta Mûsilê ve hate girîdan.
Li ser demê Brîtaniya sala 1918'ê zayinî desthelatdarekê brîtanî liser hate sepandin û digel pêkhatina dewleta Îraqê Amêdiyê bu qezayek ser bi lîwa Mûsil ve û êkemîn qayimqam li sala 1924'ê zayinî lê hate damezirandin. Amêdiyê bi ciwaniya xwe û çem û bîstanên û cihê xwe yên guzarî navdare nexasim Sîlavê û Sincê ku berdewam kesikatî û ava kaniya lê heye û siruştekê ciwan û sermesit heye, û geliyê Sîlavê bi çendîn corên fêqî navdar e weku: hijîr, gwîz, hulîk û sêv. Herçende biyavê erdê çandinê yê kêm e lê cihekê qelew û xudan berhem e, pêtiriya dar û barên Amêdiyê bi ava kaniya dihête avdan, ev bajêre bi sazkariyên millî navdare weku guskên axê û çendîn karên dî yên destî di hên çêkirin nexasme li gundê Dirignê hindek taybetmendî bi sazkariyên axê hene; dibêjin ev cihe qutabxaneka ser bixwe û avabu jibilî van karan jî xelkê vê deverê yan ku Amêdiyê karê çandin û xwedîkirina teriş û kewalî û karên bazirganiyê diken.
Bajêr bixwe bi bazarekê bazirganî dihîte niyasîn li deverê aşikiraye ku Amêdiyê hemî muzexaneke çendîn cih û avahiyên keltur û şînewar lê hene û heta nuke di beriz û aşikirane çîruka berebabên êk li dîv êk vediguhêzin û rêveberiya şînwara li Dihokê 34 cihên şînwara lê tomar kirîne.
=KTML_Bold=Şûnwarên Amêdiyê=KTML_End=
=KTML_Bold=Dergehê Rojhilatê=KTML_End=
Dergehê Rojihelatê bi dergehê Zêbarê dihête niyasîn li sala 1938'an a zayînê di demê gehandina riya tirombêlê da hatiye herifandin.
=KTML_Bold=Dergehê Rojavayê=KTML_End=
Dergehê Rojava: Dibêjnê dergehê Mîsil, dergehê Sipneyî û Seqafa çiwar wêne li ser hene ji mirovê siruştî biçûktirîn behira pêtir ew wêne dizivirine serdemê farisiyan ji sala 148'an a berî bunê heta sala 226'an a zayînê, dihêt hizirkirin ew wêne yên hindek şahên farisiya bin ewên şerê romaniya dikir, dergeh bixwe gelek yê mezin e û hemî ji berê helanî yan ku bazî hatiye çêkirin.
=KTML_Bold=Minareya mizgefta Amêdiyê=KTML_End=
Minara mizgefta Amêdiyê: Bilindahiya wê digehîje 30 m û ji 102 dereçka pêk dihêt ku digehine bilindahiya minarê lê dîrokê hindek ji ruyê wê biriye, behira pêtir ya li ser demê Sultan Hisên Welî di navbera salên 940-981 mişextî da ji parçên berê helanê sipî hatiye avakirin bi destên peykersazên şareza, herparçeka berî ji wan sêkara diket berê serkeftina mirovane û senterê serê minarê ye û dîwarê wê yê der ve ye, li serê minarê qupeka mezin û berçav heye li ser şengstekê heşt qulî yê mezin ji kevirê hişik hatiye çêkirin.
=KTML_Bold=Cihê Mîrgehê=KTML_End=
Cihê Mîrgehê: Dikevîte layê joriyê rojihelata bajêrî bi şêwazê çiwar guşe û bi dûqata pêk dihêt lê bitinê dergeh jê maye û diruişmê mîrgehê lisere ku balindê Enqayî û libin pêt wî du mar in, eve jî belgeye liser şarezaya desthelatê û xemxuriya wê liser çavdêriya xelkê xwe.
=KTML_Bold=Goristana Mîran=KTML_End=
Gurstana Mîra: Dikevîte layê rojihelata bajêrî û gurên hemî mîrên Amêdiyê li wêrêne lê bitinê du qupe jê mayine, bi şarezayî û hunerekê ciwan hatîne çêkirin êk ji wan gorê Sultan Hisên Welî ye dibêjin heta nuke têda ye gor ji sindirîkeka darê mêwê dirust kiriye ji ber hindê heta nuke maye û xirab nebûye. Li ser layê derve yê gorî nivîsiye Kulu şeyiîn halikun îla wechehu sultanê mezin û Adil Sultan Hisên Beg li meha Şeibana sala 981 mişextî wexer kiriye. Qupa duwê ya li ser gorê Rewşen Xana kiça Îsmaîl Paşayî hatiye avakirin û liser nivîsiye Rewşen kiça Îsmaîl paşay wexe kirin 1202 zayînê.
=KTML_Bold=Dibistana Qubehan=KTML_End=
Xwandingeha Qubehan, yan jî Dibistana Qubehan: Dikevîte rûbarê Amêdiyê bixwe, xwandingeheka ayînî ya dêrîn û kevnare li ser demê mîrên Behdînan geşe kiriye û gelek xelkê pertûkên xwe bo kirîne diyarî heta bûye xudan pertûkxaneka dêrîn û navdar li cîhana îslamî, zêdebarî terxankirina dahatên mezin ji bo mezaxtiyên mela û karê xwandinê heta salên bîstan li sedê burî berdewam bo, eve ji bilî bi dehan cihên wê yên kulturî û şînwara weku Sêrîc, Îç Qela, Pira Îsê Dela li rûbarî. [1]