Kirmaşan an Kirmanşan an jî Kirmanşah yek ji herêmên Rojhilata Kurdistanê (Îran) u yek je 30 parêzgehên Îranê ye.
Ev herêm ji Kamyaran dest pê dike û heta Şahabad diçe. Di vê herêmê de bajarên Kirmaşan, Ciwanro, Bêstûn, Pawe, Sonqur, Rewanser, Sahane, Kengawer, Serpêlzahaw, Mahîdeşt, Kirênd, Qesra Şîrîn, Gîlangerb û Şahabadhene.
Kirmanşah navê parezgêhe (ustaneḱî) mezine Rojhilata Kurdistanê û her visa navê navenda parezgêhêye ev bajêre û bajerên ser bi vê parezgêhê xwedî mêjûyekî kevnarin. Navê bajarê Kirmanşahê bi Kurdî dibe Kirmaşan û navê qedîme vê Qirmîsen bûye.
Kirmanşah di teqsîmata ėevilîn de ustana pênçêye Îranê bû ku ustanên Hemedan û Kurdistan û Îlam jî li ser vê hisab dibûn. Piştre sê parezgêhên navberî jê cûda bûn. Di dest pêka şoreşa Îslamîye Îranê de navê vê parezgêhê bû Baxteran û piştî çend salan bi zext û fişara nonerên Kirmanşahê di parlemantera Îranê de careḱî din navê Kirmanşahê cihê Baxteranê girt. Di serjimariya sala 2006an de sermijara vê parezgêhê 1902760 hatiye texmîn kirin û serjimara navendê parezgêhê yanî bajarê Kirmanşahê divê serjimariyê de gihîştîye 765075 kesî. Bajarê Kirmanşahê 1410 mêtran ji derya azad bilindtire.
Ev parezgêhe navenda hikûmeta Sasaniyan bûye li bervêyekê asevarên gelik dîrokî û xudan qîmet divê parezgêhê de mane, mina; Taqbostan, ketîba Bîstûnê û meėbeda Anahîta. Kirmanşahê li ber xatira cir e cir bûna av û hewa û zav û qomîtên vê leqeba Hindistana Îranê didinê. Ji bo mînak Qesra Şîrîn xudanê av û hewayê germe û Sunqur û Pavê av û hevayê sar hene belê bajarê Kirmanşah xudanê av û hewayekî asayîye. Di vê parezgêhê de Kurd, Lek (Eşîrekî Kurdên), Fars û Ereb tevlîhev dijîn. Ji aliyê olê ve Şiîtî ye, Sonî, Ehl-e heq (Yarisan), Ermenî, Asûrî û Cihû bi hevra dijîn. Piranîya gelê parezgêha Kirmanşahê bi Zimanê Kurdî qise dikin.
Parêzgeha Kirmanşan ji 14 şehristanan pêk tê.
$Şehristanên parêzgeha Kirmaşanê$
Kirmaşan (şaristan): Kirmaşan, Fîrûzabad (senter: Helcî), Maydeşt (senter: Rubat)
Ciwanro (şaristan): Ciwanro (Ciwanrro), Riwanser
Emîle (qeza): Emîle, Giwawer (senter: Sermist)
Harûnawa (qeza): Harûnawa, Humîl, Kirînd (Kirrînd), Giware
Hersîn (qeza): Hersîn, Bêstûn
Kengawer (şaristan): Kengawer
Şehristana Pawe: Pawe, Bayengan, Nosûde, Banûreh, Nodşe
Şaristana Qesrê Şîrîn: Qesrê Şîrîn, Sûmar
Şaristana Sehne: Sehne, Dînewer (senter: Nêwan Rêyan)
Serpêlzehaw (şaristan): Serpêlzahaw (Sêrpell Zehaw)
Sunqûr (qeza): Sunqûr
Selas Babacanî (şaristan) : Tazeabad, Ozgole
$Bajar:$
Bajarên vê vilayetê evanene: Kirmanşah merkezê vilayetê, Islamabada Ẍerb (Şehabad), Pawe, Nosûd, Nodşe, Selasbabacanî, Ciwanro, Dalaho (Kirênd), Revanser, Serpulzehab, Sunqur, Seĥne, Qesra Şîrîn, Kengaver, Gîlan Ẍerb, Hersîn.
$Cihên tûrîstî:$
Cihên torîstî ye vê vilayetê evanene; abşara derbend, Qebrê Babayadigar, Bîsitûn, Taqbostan, Qopya Mehşîdanê, Tekiya Mueavin Elmulk, Çartaqî, Rêjav, serava Revanserê, serava Nîlofer, şikevta piro, şiḱevta Qûrî Qelayê, qelaya Yezdgurd, koçka Sasanî, Qesrşirîn, gora Isĥaqvend, micesime (hêykelê) Hêrkol, mizgevta Ėimadidole, nîyayişgah (îbadetgeha) anahîta (CD Dêhxuda). [1]