Çiyayên Şingalê, di nava sînorê başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê de ne. Çiyayên Şingalê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve dikevine rojavayê bakur de. Her wusa, çiyayên Şingalê dikevine navbera çemê Diclê û Firatê de. Ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve dikeve dehma herêma Cizîrê û Tilkoçer de. Herêma Cezaayê dikeve ber çiyayên Şingalê de. Her wusa, navê Şingalê, navê bajarê Şingalê jî ye. Bajarê Şingalê navê xwe ji navê çiyayên Şingalê digrê. Çiyayê Şingalê ji aliyê wê yê başûrê çiyê ve jî çemek diherikê. Weke 210 km di nava çiyê de diherikê. Nûqteya herî bilind ya çiyayên Şengalê, Çêl Mêra (Çil Mêran), 1463 m bilind e. [1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,476 جار بینراوە