Ezirgan an Erzingan (bi tirki: Erzincan) bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye ku roja îro dikeve Tirkiyeyê. Navê bajêr yê kevn di çavkanîyên Asûriyan de wek Suhma derbas dibe. Navê Erzinganê ji Erîza tê, ku bajarêk kevn bu li herêmê. Dema Selçûqiyan de navê bajar bûye Erzingan.
=KTML_Bold=Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr=KTML_End=
Bajar di nav parelelên 39° 02´ û 40° 05´ bakûr û merîdyenên 38° 16´ û 40° 45´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Giresûnê û Gumuşhane ve (Tirkiye), li rojava bi Sêwas ve, li başur bi Meletî û Dêrsimê ve û li rojhilat jî bi Erziromê ve tê girêden.
=KTML_Bold=Taybetiyên erda bajêr=KTML_End=
Pîvana erda bajêr 11.903 km² ye. Ji vî erdî % 59,6 wî ji çiyan, % 8,6 ji deştan, % 5,4 ji zozanan û % 26,4 jî ji platoyan pêk tên. Li herêmê fasûlye, çewdêr, tene, kixsên þekir û patatês tên çandin.
=KTML_Bold=Av û hewa=KTML_End=
Îklimek reþayî û sar li herêmê heye. Zivistanan sar û þillî û þilopî, havînan jî hênik derbas dibe.
=KTML_Bold=Çiyayên herêmê=KTML_End=
Çiyayê herî bilind yê herêmê, Çiyayê Keşîş (3537m) e. Katirtepe (3300 m), Mercan (3449), Çal (3300 m) û kismek ji çiyayê Mûnzûrê jî dikeve nav herêma Erzinganê.
=KTML_Bold=Deşt, zozan û gelî=KTML_End=
Deşta Erzînganê; Bilindbûna wî ji behrê 1218 m û dirêjbûna wî jî 40 km ye. mezinbûna deþtê 500 km² ye. Deþt di navbera çiyayê Mûnzûr, Keþîþ, Spîkor û Sîpyam de ye.
Deşta Miyadîn; Li dora Çemêreş e, mezinbûna wî 180 km² ye.
Zozanên herêmê li ser çiyayên Mûnzûr û Koþan bela dibin. Li rojavayê Erzinganê li ser Çiyayê sipî, zozanên Takkuran û Tahsullu jî hene.
=KTML_Bold=Çem û Gol=KTML_End=
Çemê feradê çemê herî mezin e li herêmê. Piraniya çavkaniyên þaxên Feradê ji çiyayên dora Erzinganê dertên. Wek; Çemêreþ, Mîran, Mercan, Cîmîn, Pahnîh û Surperen hinek ji wanin. Li herêmê golên mezin tunene, lê li hinek deveran çend golên biçûk hene; wek Soganli, Aygir.