Qerejdax (bi tirkî: Karaca Dağ) çiyayekî li Kurdistanê ye. Qerejdax bi zîvirok, bilind û dirêj e û volkaneke vemirî ye. 1.957 m bilind e. Lavên ku ji çiyayê Qerejdax hatine avêtin, bi kilometreyan li dora çiyê belav bûye û wekî kevirê reş tê binavkirin. Li her derê dora çiyayê Qerejdax mirov dikare li van keviran rast bê ku li gund û bajaran jî kela û xanî bi piranî pê hatine lêkirin. Çiyayê Qerejdax ji #Amed#ê her ku ber bi navçeya Wêranşarê diçe nizim dibe û dû re bi deşta Herranê re dibe yek.
=KTML_Bold=Birinca xwe tê naskirin.=KTML_End=
Di rîwayetan de tê gotin ku wexta ku Xweda dinya çêkir, çiya hemû belavkirin, Qerejdax giriyaye û gotiye: Ey Rebb il-Alemin! Te hemû çiya ji min dûrxistin. Te ez tenê hiştim li vir! Û Rebb il-Alemîn got ku: Lê tu tenê li vir ma û ez ê navê te pir xweş û şêrin bikim. [1]