Sîpanê Xelatê an jî çiyayê Sîpan (4.058 m) yek ji çiyayên mezin ên Kurdistanê ye. Sîpan li berava bakurê Gola Wanê ye. Li serê çîyayê Sîpanê Xelatê Serpêhatiya Siyabend û Xecê derbas dibe u her du evîndar li wî derê dimirin. Sîpanê Xelatê li wêjeya kurdî de cîhekî girîng digre.[1]