Çêrmûg (bi tirkî: Çermik) yek ji navçeyên #Amed#ê ye. Rûber 1.032 km², bilindahî ji rûyê avê 700 m ye. 90 km li bakur-rojavayê Amedê dikeve. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara navendê 16.056 û bi giştî jî 45.570 e.
Çêrmûg, Çêrmik, Çermik û Aberne navên di qeydên dîrokî de ne. Dîroka herêmê heya dema hûrî - mîttanî tê zanîn (b.z. 3500 - 1260). Çêrmûg navê xwe ji Çêrmûgên li herêmê digire. Dîroka navçeyê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Aboriya herêmê bi giranî li ser turîzma Çêrmugan e. Salê li dora 350.000 hezar kes çêrmûgen xwezayî yên herêmê ziyaret dike. Herwekî xwedîkirina ajalan û çandinî jî heye. 76 gund û 41 mezre girêdayi Çêrmûgê ne. Nifus bi tevayî ji kurdan pêk tê. Kurdên herêmê bi zaraveyê kurmancî û dimilî diaxivin.[1]