Kela Mîra, di waxta Hemdani'yan da hatîye avakirin u seraya Hemdanî'yane. Heta dema Nasruddewle jî seraya Mervanî'ya buye. Piştê ku Nasruddewle dibe hukimdar dev jivir berdide. Li şuna Kela Zembilfroş seray kî bi nav u deng ava dike. Di dawîyê de 500 sal derbas dibe herem dikeve destê Osmanîyan. Kişandina axa serê Kelê jî nezî 100 sal berê biye. 12 gundên mîr hebîye. Pal temam bîye. Gundekî deyndar maye. Efsaneyek Balûl beg heye. Di nava Balûl beg u Zilanê Jorîn da çîye.
Ev kele, di dema Selîmê Duyem padîşahê osmaniyan de, ji aliyê Behlûl Beg ve tê avakirin. Behlûl Beg ev kele, ji bo parastina xwe ya li dij piştgiriyên sefewiyan bi milê xelkê ava dike. Di nava bajêr de, girek çargoşe û ji axa ku bi pişta gelê #Farqîn (Silîvan)# hatiye kişandin, ava dike. Derdora vî girî bi dîwaran diparêze. Girek wisa bilind ava dike ku ji ser banê koşka mîr ku ew jî li ser vî girî tê avakirin, dema mirov li derdorê dinêre, çaraliyê bajêr û derveyê bajêr tê dîtin. Parastina vî girî û kelê hêsan, dagîrkirin û bidestxistina gir jî ew çend dijwar e. Lewra hevraziya gir nêzî 45 dereceyî ye. Gir hîn heye û hin xanî û avahî jî li ser hene lê ew jî her wekî kela Zembîlfroş ji bêxwedîtiyê, wê mezinahî û ezameta xwe wenda kiriye.[1]